NATO: Projeya Almanya ya derbarê 'navçeya aram' de erênî ye

NATO: Projeya Almanya ya derbarê 'navçeya aram' de erênî ye

Piştî rêkeftina Rûsya û Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, Almanyayê di derbarê navçeya aram de pêşnîyarek pêşkêş kir û ragihand ku divê hêzeke navdewletî navçeya aram a li bakurê Sûrîyê biparêz e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî rêkeftina Rûsya û Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, Almanyayê di derbarê navçeya aram de pêşnîyarek pêşkêş kir û ragihand ku divê hêzeke navdewletî navçeya aram a li bakurê Sûrîyê biparêz e.

 

Ji bo gotûbêjkirina wê pêşnîyara Almanyayê, wezîrên berevaniyê yên NATOyê Sêşemê civîyan û pêşwazî li wê pêşnîyara Almanyayê kirin.

 

Piranîya pisporên navdewletî, sîyaseta Yekîtîya Ewropayê ya ji bo bakurê Sûrîyê şaş dibînin, lê niha welatên Yekîtîya Ewropayê bixwe jî li wê yekê mikur tên ku sîyaseta wan, sîyaseteke şaş bûye.

 

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg jî piştgirî da projeya Almanyayê û ev pêşnîyar weke pêngaveke erênî bi nav kir û ragihand, tê pêşbînîkirin ku ev proje rewşa Sûrîyê çareser bike.

 

Jens Stoltenberg ragihand: “Min derbarê vê pêşnîyarê de gotûbêj li gel Wezîra Berevanîya Almanyayê kir, di vê bawerîyê de me, ev tiştekî erênî ye ku hevbeşke NATOyê Almanya prpozel û bîroke heye derbarê vê yekê de ku em çawan bikarin biçin pêş û çawan em bikarin rewşekê dirist bikin bo çaresereke sîyasî ya demdirêj. Bêguman astengîyeke mezin heye û gelek pirs hene ku divê bersiva wan bêne dan, lê belê bîrokeya çêkirina rêkeftinekê di çarçoveyeke navdewletî de bo vê rewşê û astengîyên ku li bakurê Sûrîyê em rûbirûyê wan bûne, erênî ye.”

 

Wezîrê Berevanîyê yê Belcîkayê, Didier Reynders jî ji Rûdawê re dîyar kir, ku rêkeftina di navbera Tirkîyê û Rûsyayê, nîşana guhertina rewşê li bakurê Sûrîyê ye.

 

Didier Reynders got: “Niha rewşeke din di rojevê de ye, me rêkeftina navbera Rûsya û Tirkîyê dît, lewma niha bi temamî cuda ji çend rojên bihorî, destpêkê emê kontrol û çavdêrîya vê rewşê bikin ku heye, berî her tiştê ku em bikin.”

 

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê, Mark Esper jî piştî civîna wezîran, bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re konferanseke rojnamevanî li dar xist û piştgirî li sîyaseta welatê xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê de kir.

 

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin