Nancy Pelosi: ‘‘Di dema herî kin de’’ Trump ji kar dûr bixin   

Nancy Pelosi: ‘‘Di dema herî kin de’’ Trump ji kar dûr bixin  

.

A+A-

Ji bo dûrxistina Donald Trump ji seroktiya Amerîkayê, Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi bi preskonferansekê bang li karbidestên kabîneyê kir, da ku li gor xala 25an ya Qanûna Bingehîn ya Amerîka tevbigerin û Serok Donald Trump ‘‘di dema herî kin de’’ ji kar dûr bixin.

Derbarê Trump de Pelosi da zanîn, ew bo demokrasî û gelê wan ‘‘pir metirsîdar’’ e.

Pelosi diyar kir: ‘‘Serok Donald Trump do li hember Amerîka rê li ber serhildaneke çekdar vekir.’’

Herwiha da zanîn, ku Kongres bo demokrasiya Amerîka cîhekî pîroz e û diyar kir ku dijî wê cara pêşî êrîşeke wisa li dar ketiye.

Pelosi bang li endamên kabîneya Trump kir, da ku piştgiriyê bidin bicîhanîna xala 25an û bo Cîgirê Serok Mike Pence, Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Darayî Steven Mnuchin got: ‘’Hûn piştgirîya wan çalakiyan dikin? Em ê di 13 rojên pêş de bihêlin ku (Trump) zararê bide welatê me û êrîşî demokrasiya me bike?’’

Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer jî bi daxuyanîyeke nivîskî bang li Pence kiribû ku Trump li gor xala 25’an ji kar dûr bixe.

Schumer dabû zanîn ku ger Pence gaveke wisa neavêje Kongres dê dest bi peyvajoya împîçkirina Trump bike.

Xala 25an ya Qanûna Bingehîn ya Amerîka rê dide kabîne û Kongresê, ku gava serokê welêt nikaribe karê xwe bimeşîne, maytêkirinê bikin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin