Namzetê serbixwe çûn serdana rojnameya Guncelê

Namzetê serbixwe çûn serdana rojnameya Guncelê

Îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê namzetên serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana rojnameya Guncelê kir.

A+A-

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xebatên xwe yên bo hilbijartina 31ê Adarê didomîne.

Îro jî şandeyek ji Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, yê Rezanê Hîdayet Fîdan, yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner û yê Peyasê Zekî Ekîncî pêkatî, çû serdana Rojnameya Guncelê û ji alîyê Gerînendeyê Nûçeyan M. Zekî Ozer ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Namzetê Amedê Saît Aydogmuş salên 70yî bibîr xist û got wê çaxê sîyaseta kurdî pirdengî bû bes aniha HDPyê sîyaseta kurdî kiriye yekdengî û wisa pê de çû: "Yekdengîya sîyasetê, kudetayan bi xwe re tîne û herdu alîyên HDPyê û dewletê, bi vî awayî têne birêvebirin bi fermana têne birêvebirin. Pêvajoyên xendekan û qeyyûman nişaneya vê yekê ye. Bo xizmetguzarîyê bi awayekî zelal were kirin, xweserîya rêvebiriyên herêmî bivênevê ye. Lê wisa nîne. Em ê sîyasetê, mehkûmî vê yekrengî û yekdengîyê nekin. Bi vê armancê em ketin rê."

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ku digel şandeyê bû anî zimên ku sîyaseta kurdî hewceyî rê û rêbazên derveyî tundûtujîyê ye û ji ber vê em ketin rê û wisa domand: "Serketin pêk neye jî sekna me, helwesta me dê her ev be, hewceyî rê û rêbazên dinan heye ku HDPyê jî li rêbazên dinan bigere."

Piştî axaftinan, Namzetên Serbixwe pirsên M. Zekî Ozerê bersivandin, Ozerî jî serkeftinê ji namzetên serbixwe re xwest.

guncel4.jpgguncel5.jpgguncel6.jpg

guncel2.jpgguncel3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin