Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Namzetê ”Heyranê tekoşîna Kurdan” bû serokê DYAyê

A+A-

Hilbijartinên Amerika bi dawî bû.

Trump û partiya wî qezenc kir.

Kes li benda vê encamê nebû.

Aligirên Donald Trump bixwe ji şaş man.

Ewropî ji wan hîn bêtir şaş û matmayî ne...

Dibê ez eşkere bêjim bi xwe ez ji li benda vê neticê nebûm.

Siyaset gelek caran suprizên bi vî rengî derdixine pêş me.

Herkes di wê baweriyê de bû ku ewê Partiya Demokrat û Clinton qezenc bike.

Nebû...

Kes li benda vê encam û serkeftinê nedisekinî.

Terciha gel, texmin û anketan pûç kir.

Vê gavê herkes şaş maye. Li Ewropayê û bi tayibeti ji li Almanyayê, ji şaş bûyinê bêtir „tirsek“ destpêkiriye.

Tu devê kijan hemwelatiyan vedike behsa „tirs“ û suprizê dikin.

Behsa „bêtecrubetî „û „dîn“ bûyina Donlad Trump tê kirin.

Dibêjin:“ ewê herba sêyem ya Cihanê destpê bike“

Her çiqas Donlad Trump, di axaftina xwe ya pîşti qezenckirinê bi mesajên xwe ya nerm xwest ku tansiyonê daxine lê „tirsa“ almanan hin ji berdewa me.

Gelek kes dibêjin ewê „istiqrar“ û „balansa“ dinyê xera bike.

Gotinên wî yên dema kampanyaya hilbijartinan imajek xerab di serê insanan de hiştiye.

Kes pê bawerî nayne.

Rojên pêş me ewê çi derxine pêş me hin ne diyar e. “Şik“ û „tirs“a wan kare di cih de be.

Emê mêzekin.

Bi xwe ez ne di wê baweriyê de me ku Donlad Trump derî siyaset û berjewendiya gişti ya Amerikiya tev bigre.

Lê Ewrupî di vî wari de gelek hesas in.

Bêguman ewê di rojên pêş me de pisporên siyaseta Amerikayê û civaknasên dinyê bi ditin û nirxandinên xwe ji me re hin tiştan bêjin..

Emê li bendê bin.

Jibo siyaseta hundir ya Amerikayê zahmete ku mirov tiştek bêje lê di mesela siyaseta Rojhilata Navin û bi tayibeti ji di mesela DAIŞê mirov kare hin tiştan texmin bike.

Herkes ji aliyê xwe li vê meselê mêze dike.

Ev gotinên wî: „Kurd şervan in û ez heyrana tekoşina wan im“ dibe sedem ku ez ji Ewropî û ji almanan cudatir li siyaseta wî mêze kim.

Siyaseta Amerikiyan û hesabên wan î jibo Rojhilata navin bi şexsan ve ne girêdayi ye. Siyasetek dewletê bi xwe heye...Lê yekcarna şexsen wekî Trump ji karin vê siyaset û stratejiyê bi awayekî din bimeşinin. Di pêvajoya Serxwebûna Kurdistanê de hatina Trump ewê li hemberî êrişkariya Îran, Tirkiye roleka çawa bilize emê bibinin.

Di vir de rolek dikeve ser milê partiyên kurda.

Bi tayibeti ji partiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Heger karibin ji gotin, daxuyanî û 

propaxandayên wî yên dema hilbijartinê yên ku jibo DAÎŞê gotibû istifadê bikin ewê gelek tişt bi dest xinin. Partiyên başûrê Kurdistanê bi mesajên xwe yên pirozbahiyê dest bi vê pêvajoyê kirin. Li ser presibên ”mirov nikare bi hev re yekitiyê bike, mirov kare dijminatiya hev neke” kordinasyonek di nav perceyê Kurdsitanê hebe û herdû ali ji ji hev re rêzê bigrin ewê ji hatina Trump fêydê bibinin. Bêguman ev ji bi lobî û bi têkiliyan dibe.

Bi xwe ez di wê baweriyê de me her çiqas li Amerikayê siyaseta bingehin ji aliyê dewletê were plankirin ji di mesela revebirin û vitrinê de rewşek din li pêş me  ye.

Stîla siyaseta Donald Trump û ya Tayyib Erdogan di gelek waran de dişibin hev.

Herdu ji fevrî û „kabadayi“ ne

Li hemberî „nara“ û kabadayitiya Erdogan Trump bêdeng namîne.

Emê mêzekin.

Sibê wexta Musul û Raka were asta rizgariyê û pişta DAIŞê were şikandin Erdoganê çi bêje.

Daxuyani û pêxwasiya Erdogan ewê wî têxe rewşeka din.

Yekcarna siyasetmedarên „fevrî“ û yên derî teamula dewletê tev digerin karin xwe û welatê xwe têxin nav rewşeka xerab.

Bi xwe ez ji hatina Donald Trump û Komarparêzên Amerikiyan natirsim.

Siyaset berjewendî ye.

Vê gavê berjewendiya me û Amerikiyan dighêjin hev.

Di mesela têkiliya Donald Trump, Putin û Esad de di serê min de hin şik û tevlihevî hene. Lê tevî wê jî ji hatina Donald Trump bi hêvi me.

Roj û mehên pêş me emê mêze kin camêr çiqas „heyrana tekoşina Kurda ye“

Siyaset di nav xwe de gelek sûprizan dihewîne

Imkanên nû

Guhertinên nû, ya gring taktikên nû li pêş me kurdan e.

Em ji te natirsin.

Bi xêr hatî rêzdar Donald Trump...Bila hatina te bibe wesila çûyina diktatoran.

„Zêr zane, zor zane.... „ emê bibînin.

10.11.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar