“Namûs û şerefa neteweyê xwe diparêze”

“Namûs û şerefa neteweyê xwe diparêze”

Belavoka Damezirandina PDKÎ ya sala 1945an

A+A-

BELGE

 

Belavoka Damezirandina PDKÎ ya sala 1945an

“Bismillahirrehmanirrehîm

Gelî Hevwelatiyan, Birayan:

Agirê Şerê Cîhanê, ji bo ku di rûyê dijminên azadiyê û neyarên demokrasiyê de berpa bû, di bin baskên bi hêz ên eskerên azadiyê yên hevpeymanên me de hat tefandin. Cîhana demokrasiyê bi ser ket, cîhana faşîzmê ku hewil dida gel û neteweyên cîhanê di destê çend neferên şarlatan û  bêmelheze de esîr bigre, bi awayekî qet‘î şikest û belav bû û her wiha ku hêvî jê dihat kirin, ji bo azadiya gelan û neteweyên cîhanê rê xweş kir.

Îro gelên cîhanê ji mezin heta biçûkan dixwazin ji wê rêya ku pêşiya azadiyê xweş kiriye îstîfade bikin û ji wan sozên ku bi rêya peymana dîrokî ya Atlantîkê re hatine dayîn feyde werbigrin û meşandina kar û barên xwe bigrin destê xwe û qedera xwe li gor meyl û daxwaza xwe tayîn bikin.

Em kurdên ku li Îranê dijîn, me bi salan û belko bi çendîn sedsalan e ku di rêya maf û desthilata xwe ya neteweyî û mehellî de xebat kiriye û qurbanan daye, mixabin karbidestên ser erdê Îranê bi tu awayî hazir nebûne gotinên me qebûl bikin, heta nehiştine em ji wan mafan jî îstîfade bikin, ku Qanûna Esasî ji bo eyalet û wilayetên Îranê daniye, berdewamî bersîva me gulle, bombe, top, zindan, ji ser erdê me ajotin û yêxsîrî bûye. Bi taybetî di serdema bîst salên Riza Xan de, heta em lixwekirina cil û bergan jî azad nebûne. Bi zora devê tivingê, bi destê eskerên diz, xayîn û talanker hemî darayî û jiyana me têkbirine û serûbinî kirine, çavê wan li namûs û şerefa me bûye, ji bo qelandin û kokbiriya nesla me, xwe ji hemî nizmî û hovîtiyekê neparastine. Axir em jî insan in, em jî xwediyê dîrok, ziman û şûnewarek in, ku ji aliyê me ve tên hezkirin. Ji bo çi dixwazin mafên me pêpez bikin, ji bo çi em nikarin di mala xwe de azad û muxtar bin? Ji bo çi rê nayê dayîn em zarokên xwe bi Zimanê Kurdî perwerde bikin? Ji bo çi nahêlin Kurdistan wilayeteke serbixwe be û ji aliyê encumena wilayetê ve bê îdare kirin, ku Qanûna Esasî daye xuyakirin?

Hevwelatiyên birêz dibê bizanin heq nayê dayin, heq tê sitandin: Divê em ji bo maf û desthilata xwe ya neteweyî û mehellî xebat bikin. Ji vê xebatê re yekdengî û yekrengî pêwîst e. Rêxistin û pêşengî pêwîst e. Ji bo vê armanca pîroz Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye damezirandin û dest bi kar kiriye. Hûn, hevwelatiyên hêja, dibê çav û guhê xwe vekin û li derûdora partiya xwe ya neteweyî berhev bibin û di rêya wergirtina mafên rewa yên neteweyî de fedakarî bikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê, rêber û rênîşanderê we ye. Tenê di bin alaya wê de ye ku neteweyê kurd ji netirsiya ji holêrabûn û wendabûnê rizgar dibe, hebûn, namûs û şerefa neteweyê xwe diparêze û dikare di nav sinorê dewleta Îranê de xwedmuxtariya xwe ya neteweyî bi dest bixe.

Hevwelatiyan, em, ji bîlî mafên xwe yên rewa yên insanî pey ve tiştekî din naxwazin. Şî‘arên me di rêzên xwarê de bi kurtî hatine xuyakirin. Wan bixwîne û hemî gelê kurd ferd bi ferd tê bigihîne.

Daxwazên me ev in:

1) Neteweyê kurd, li Îranê di nav xwe de, ji bo meşandina kar û barên xwe yên mehellî serbixwe û azad be.

2) Mafê xwendinê bi zimanê xwe yê bav û kalan hebe û temamê kar û barên birêvebiriyê bi Zimanê Kurdî bên meşandin.

3) Li ser bingehê Qanûna Esasî, Encumena Wilayeta Kurdistanê zû bê hilbijartin û kar û barên civatî û dewletê bigre destê xwe û lê çavdêrî bike.

4) Karbidestên dewletê, dibê bêgotin ji xelkê navçeyê bin.

5) Dibê li ser esasê qanûneke giştî di navbera gundî û xwediyê milk de rêkevtinek bê pêkanîn û dahatiya herdu milan bê misûger kirin (garantî kirin).

6) Partiya Demokrat a Kurdistanê, têdikoşe ku di xebatê de bi taybetî bi neteweyê Azerbaycanê û kêmayetiyên din ku di Azerbaycanê de dijîn: Asurî, Ermenî û yên din, yekîtî û biratiyekî temam pêk bîne.

7) Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi armanca ber bi pêş ve birina zîraetê, bazirganiyê, geşkirina kultur û laşsaxiyê, başkirina jiyana aborî û me‘newî ya gelê kurd, dest diavêje îstîfadekirina ji serwetên sirûştî û kaniyên me‘denan ên Kurdistanê û di vê rêyê de têdikoşe.

8) Em dixwazin temamê gelên Îranê, ji bo bexteweriyê û pêşxistina welatê xwe hewlê têkoşîna azadiyê bidin

Bijî Kurdıstana Xwedmoxtarî û Demokratîk”.

 

Çavkanî: Komara Kurdistanê/Mahamadê Ya Demokratîk
Kerîm Husamî

 

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin