Nameyên wê bi 56 hezar Euroyî hatin firotin

Nameyên wê bi 56 hezar Euroyî hatin firotin

.

A+A-

Nivîskara navdar a fransiz Simone de Beauvoir wekî kesek femînîst dihat nasîn. Beauvoir bi awayekî platonîk ji romanivîskar Violette Leduc hez dikir. Beauvoir ji bo Leduc tam bi temamî 297 name nivîsandibûn. Niha ew name di mezatê de hatin firotin û ji wan 56 hezar û 700 Euro pere hat bidestxistin.

Li gor nûçeya The Guardianê 15'ê mehê li Mezatxaneya Sotheby hatin firotin û di nameyan de agahiyên gelek taybet wekî Beauvoir pêşniyara romantîk ya Leduc red kiriye.

Mezatxaneyê ji bo nameyan gotiye, "Têkiliyeke tevlihev, evîneke platonîk, bi dilrehm û bi heyranî hebû."

Nûçe radigihîne ku ji sala 1945'an heta mehek berî mirina Leduc name hatine şandin û ji bo Leduc di yekê de gotiye "Jineke balkêş a ku ez nas nakim" û her wisa têkiliya xurt a di navbera wan de dixuye.

Beauvoir û Leduc yekem car di sala 1945'an de hatin ba hev. Nivîskar Violette Leduc destxeta romana xwe ya otobiyografik "L'Affamee" ji bo Simone de Beauvoir şandiye. 

Beauvoir ji DYA, Îtalya, Yewnanistan, Yekîtiya Sovyetê û Îzlandayê name ji bo wê şandine, di nameyan de kîteyên li ser dîrokê, pesin û dilpolayî hebûn. Her wiha Beauvoir di adara 1960'î de çûye Kubayê, Fidel Castro nas kiriye, di nameyeke de qala vê yekê jî kiriye, "Bi rastî aqileke îstîsnaî pîre heye, jidil e, dilgerm e û dema ligel wî em dimeşiyan dihat dîtin ku gel çiqas jê hez dikir."

Beauvoir di sala 1949'an de dema li Ischiayê li betlaneyê bû ji bo Leduc name nivîsiye, qala pirtûka wê ya nû kiriye. Di nameyeke xwe de jî Beauvoir piştgiriya xwe ya ji bo wê tîne ziman, qala piştgiriya Sartre (em bi hev re dijiyan) jî dike.

Simone de Beauvoir kî ye?

Simone de Beauvoir di sala 1908'an de li Parîsa Fransayê hatibû dinê û di sala 1986'an de li heman bajarî miribû. Wekî nivîskar û femînîsteke fîlozof tê nasîn. Roman, felsefeya polîtîk, ceribînên civakî û otobiyografî nivîsandibûn. Di heman demê de rojnaemgerî jî kiribû.

Violette Leduc kî ye?

Violette Leduc di sala 1907'an de li bajarê Arras ê Fransayê hatiye dinê û di sala 1972'yan de li Faucona Fransayê miriye.

'Violette' hatibû kişandin

Di sala 2013'yan de li ser wan fîlmekî hatibû kişandin. Derhêner Martin Provost bi navê "Violette" li ser Leduc fîlm kişandibû, di fîlm de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn xebata nivîskareke jin, paşê têkiliya wê ya ligel Simonne De Beauvoir girtibû dest. Fîlm li Festîvala Toronto jî hatibû nîşandayîn.
https://diyarname.com/i/news/Simone-de-Beauvoir.jpg

Simone de Beauvoir ligel Jean Paul Sartre dijiya. Cenazeyên wan jî li heman gorê ye ku yek berkole bo wan hatiye çêkirin.

Çavnakî: Diyarname

 

simon.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin