Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Nameyek vekirî

A+A-

Nizanim wexta mirov di nav tengasiyeki de be berê xwe dide kê.

Do bişev wexta ji kar vegeriyam malê derengê şevê bû. Zarokên me di xewa xwe ya şêrin de bûn. jibo çend seatan be ji haya wan ji vê dinyaya dad wendakirî tunebûn

Di hundurê male de bêdengiyek hebû. Wek her carî derbasî oda xwe ya xebatê bûm...Elimandin, vatiniyeka mecbûrî/siyasî min berê xwe da Facebookê û Twittrê ...

Derd û kulên neyaran nebese, hemwelatiyên me hevûdin hetikandin...Wek du timên ”fanatik” herkes êrişi hev dike. Pişti vatiniya ji mecbûrî min wê dinyaya ”farazî” ”sanal” terikand...

Demek dirêj e dilê min ne rehet e.

Sala 2016an bi dawî dibe.. Saleka din ji emrê me diçe. Saleka bi trajedî û bêtifakî bi dawî dibe..Me berê xwe daye sala nû…We nizanim, min bi xwe ji sala 2016an qet heznekir...Eşa bakûrê welatê min, perişanî, wêranî li alikî, êşa dayika min dilê mi diêşîne. Jibo min  sala 2016an saleka bêyom bû.Bi êş derbas bû...Bila here û qet venegere.

Jiyan her berdewame...

Salek nû tê, salek taze tê,  sala 2017an tê

Sala nû jibo her welatî, jibo her miletî hêviyên nû, xeyal nû ye. Pêk anina hedef û bendewariya ne.  Çend seat ji sala 2017an re ma ye...Nûce û gengeşiyên „şerê  birakujî „giruziyek dixe canê mirovan. Bi vê fikarê me berê xwe daye 2017an.

Nizanim ewê ev halê me çi be?

Yên xwedî hêz û aligirên ku bi “fanatikiya” xwe, berê xwe didin felsefa tundiyê. Em hemû dizanin ku“tundî, tundiyê diafirine”

Ne tenê li welatê me, bi gişti felsefa “fanatikîyê” dişibe hev.

Gelek caran difikirim tu tiştekî me naşibe welat û miletên din. Li welatên din hin timên dijber listika hev diecibinin/taqdir ji dikin..Li cem me ew ji tuneye.

Agirek li holê ye. Wek wê pirsa navdar „ev agira ew ê çawa vemire ?“ bi gotineka din gelo riyek ku em ji vê „labirenta“ xêrnexwazan derkevin tuneye.

Gelek caran fikrên xayalên nehatine jiyandin tê bira min...

Bi xwe ez isal bi vê nivisa xwe bi şikleki din pêşwaziya sala nû bikim...“Jibo xatirê xatiran“,jibo kedkara sembola yekitiya malbata  me ezê rêbazek din biceribinim. Ezê li gor xwestek, bawerî û xayalên dayika xwe û realita ramanên xwe hesretiya wê bi cih binim û li benda encamê bisekinim...

Ezê di vê sersalê de nameyek binivsinim.

Nameyek ku navnişana wê elçiyên di nav erd û ezman de be,an temsildarên civatê be..

Hin min biryara xwe nedaye..

jibo temsildaran tiştek nabêjim lêwra dimenê bistek berê di Facebook û Twittrê de min pir tirsand...Ji avakirin û lihevkirinê bêtir xerakirin bûye armanç. Du eniyên „sanal“ û zorê didin „şerê navxweyî“ Gelacî û fêsadî bûye siyaset.

Min biryara xwe da ezê vê nameyê ji temsildarên olan re binivsinim...Ol-û temsildarên ku wazifa wan di nabêna erd û ezman de hene...

Ev yeka ew ê kêfa dayika min ji bine. Lewra îsal rewşa wê xerab e.

Işev ezê bi a wê bikim û lê mêzekim ki yê alikariya wê/me bike..

Ki xwedi qudrete.?

Xeyalên ku min aniye dinê an realita jiyanê.

Berî her tişti dibê ez ji xwe re hitabek peyda bikim...

Ev hitaba wer hitabek be ku bila kesi ne êşîne û ya heri gring rojek beri roja bersiva kul û derdên di hundurê min/me de bide.

Temsildarên hêja...nan na nabe

Serokê mezin...ev ji nabe

Serokê serokan, ev ji ku derket, ev qet nabe.

Elciyê mezin...na..

„Resulê resulan“...na na ev ji nabin.

Çavderên ku herkesi dibinin....hinek hişk bû

Gotinên dayika min hat bira min. Her ku dest bi çirokek dikir: „Hebu tunebû xwedayê mezin û dilovan hebû...ew muqtedirî her tişti bû“ û axeftina xwe didomand”wexta hun dikevin tengasiyek her biwire bipeyivin...”Ez bawerim işev ezê ji gura wê bikim.

Temsildarên Yezdanê dilovan,

Ez xwe davêjim bextê we, di her tengasiya „umetên“ ku baweriya xwe bi xwedayê mezin tinin..Lewra em hemû dizanin “ew hemû tiştan zane û dibine”

Ev demeki xew nakeve çavên min. Isal jibo min/me bakuriyan saleka pir û pir xerab bû..

Dijminê me xwin xwar û zilimkare.

Siyasetmedarên desthilatdar di nav xeletiyên mezin de ne...Dev ji rebazên tekoşina sivil û demokratik berdane û berê  xwe dane tekoşina tundiyê. Ev  siyaseta xelet bû sedem ku termên dayikên me bi rojan di kolanan de bimine...Hemwelatiyên me belengaz û perişan in...Isal ji  dengê teqinên Tak Takê navnişan  û hedefên rasteqin wenda bûn. Dengê gel,dengê sivilan hat birin….

Isal saleka tije êş bû...

Êdi miryên me ji di gora xwe de jî rehet nakin... şehidên ku jibo eşqa welatê xwe tên kuştin lê li welatê ku wan qetil dikin tên „defin“ kirin..

Zalimê zaliman wan di goristanê ji rehet nahêl in. Bi şiyarên  “welat perce nabe“ „zebaniyên „Reis „ şehidên me ji mezelên wan derdixinin û bi ser wan de diqirin:

“Em we naxwazin zu welatê me biterikinin”

Zindiyên me li alikî êdî tahamulî miriyên me ji nakin…Wan ji naxwazin. Dibên „welatê me biterikinin.“ Bêsuç û bêsebep gelek kes digrin...Wan davêjin hepsa û işkencê bi wan dikin...Dengê siyasetmedarên sivil dibirin, çapemenî û Tv digrin...Muxalifan davêjin zindanan.

Ya yezdanê dilovan,

Dayika min dibêje. „bi dad perweriya wî bawer be!“

Işev ez bi „dadperweriya te bawerim!... „

„Te vê dinê xuliqandiye...“ Bê te kes nikare tu tişana bike“...Tu ji „evdên“ xwe hezdikî! Tu rêberê evinê ye...

Hinek me ji guhdarî bike..

Tu zane,

Min ji evinê hezkir, min ji baweriyê hezkir,  min ji zanyariya ku zaninê afirandiye hezkir  û ez zanim evin û  zanyarî kilita hertiştiye....

Ax xwezika hertişt wek evina me ba..Xwezika her tişt wek hezkirina ku dayika min ji me hez dike  biba...

Hin do dayika min di telefonê de digot “qudreta xwedayê xwe û evinê jibir nekin“

Evina min di dilê min de ye, lê tu rastiyê bixwaze di mesela qudretê de ez di nava fikarê de me...Bangek min ji cenabê te re heye:

De were di sala 2017an de vî „agirî vemirine „û me ji şa bike da ku ez ji berê xwe bidim wê qudretê

Dayika min dibêje:“ kesên ku dev ji duayan berde û baweriyê bi xwedayê xwe neke, tu miradek wan bi cih nayê... „

Wexta ez jêre dibêjim:

Dayê! isal li 11 bajarên me dorpêç kirin...bi hezaran xort û zarokên me kuştin û tu ji min re dibêje baweriya xwe bi vê „ola“ ku zilmê li me dikin binin...Dibê ez ewilî li hember zilmê qudreta wî  bibinim. Tu zane ji xortaniya xwe ez di nabêna ilim û  hezkirina ku tu jê hezdiki dicim û têm..Lewra ez ji te pir hezdikim.Tu dixwaze min mahkumî kelepca qudreta ku kes nabine bike.

Yezdanê dilovan,

Ez zanim ev isyanek e....Bi gotina dayika min ev „kufrbazî ye “ Biborîne, ezê isal ê  di dilê xwe de vekirî bêjim.

Pirsek min heye:

Nizanim li cem we kar çawa tê meşandin û tu çawa midaxeleyî buyeran dike?

 Tu qet bi temsildarê xwe re civinê nake?

Tu tenê aliyê ciranê me yi bêbext,zilmkar û qatilan guhdari dike.?

Nizanim çi bêjim û cawa rewşa xwe bi te bidim fêmkirinê.

Ez ji ilmê gelek tişt fêr bûm...

Ez ji tiştên ku bi dest tên girtin, tên ditin û ya gring şewqa xwe didin lavên hingifî û çavên reş belek gelek hezdikim...Ya herî pir ez lê hizurê dibinim sohbeta hevaleka ji dil,dostekî bi wefa, rêl, dar, ciya û deryaya ku dayika min dibê: „cenabê te xuluqandiye „

Lê ez ji gelacî, zilmê û zilimkaran qet hez nakim...

Nifirên bavên min pere bike... her ku berê xwe dida rojê bi wan nifirên xwe yên ku  teviziyek dixist canê mirovan...

Te bidita çi nifiran bi ser „xwediyê huriyên derewcin „dibarandin.

Xwedayê mezin...

Hêviya dayika min...

Sembola ragihandin û xuluqandinê...

De careyek ji çar evinan re ji bibine. Ez zanim tê bêje: „sebir...sebir û sebir...“ de qudreta xwe jibo birayek me yî başûrî nişan bide bila di nav 22 dewletên temsildarên huriya de ew ji xwediyê bexceyekî rengin bin. Ev renginiya bibe sitar sê evinên din..

„Xwedayê mezin“, tu hêsirên hemû miletê mazlum dibine...gelo haya te ji miletê min ji heye.. Wexta ew mezelên me vedikin û nahêlin şehidên me/“evdên“ te di gora xwe de rehet bikin tu çi difikire?

Min biborine yekcarna difikirim ku te me ji birkiriye...

Ez zanim disa min xeleti kir...Dayika min niha li vir ba ewê bigota“ kufrbazî neke“ ew her tişti dibine û tu „evdekî“ xwe jibir nake“

Tu zane yekcarna şik di serê min de çêdibe tu hewqas bûyerên ku li seran serê cihan pêk tê çawa kare bibine?

Wexta tu dibine qet dilê te bi me kurdan naşewite...dibêjin.“insan bimrin şunde dikevin bi dadgeha te...“Bi xerabi û bi başiya wan tu ji wan berpirsyare....“Te zilam ku li “miriyên me hat kirin nedit”

Xwedayê mezin û dilovan

Jibo ku tu me hin baş nasbiki dixwazim hinek qala me bikim...

Em..... çawa bêjim.. Em, çar xuşk û bira ne. Çar evin, çar eş û çar birinin.

Ez bawerim temsildarên te di civinên awarte de behsa me kirine. Ew ji dibinin em di çi hali de ne. Keç û xortên me di bihara emrê xwe de berê xwe didin çiyayên asê û bild...bilidiya ku nêzi te ye... Gelek caran siya 22 dewletên ereb hebe ji ez bawerim yekcarna çavên te li wan ji dikeve...

Tu li halan,paya serokên wan mêzeneke...şiyarên wan her çiqas dişibe yên 22 dewletan umetparêz –enternasyonalizim jî piraniya wan keç û xortan ji te û ji welatê xwe pir hezdikin.

Dilnizmin,bi biryar û bi wefa ne.

Dê û bavên wan gelek caran li ser rê ne,sirgun in, penaber in, koçer in.. Li zindana ne.Xezeba ku li Şengalê bi serê wan de hat hin berdewa me...Derdê wan ne besi wan e vê carê ji bûye qada hesabên siyasî..

Emrê wan seata ku têde ne.

Zebeniyên  ku nav û qudreta te bi kar tinin wan li wê bazara bêşerefan de pêşkeşî du qurişan dikin.

Zilma ku mir, mele û keşên me dibinin li ber cavan ne.

Em ji h ev re rastiyê bêjin: Bi wi „navê te yi mezin „ez bi kûltira zanyarîyê mezin bûm....

Zanyarî rêberiya min kir.Ez bawerî ”bi tiştê ku tê girtin, tê ditin û tê de cavderî, guhertin hebe bawer im”

Lê ev kokima diya min serê min xwar....Isal rewşa wê ne baş e.. Ez ji wê pir hezdikim Ew gotina wê dilê min pir dişewitine.

“Hele carek bawerî bi dada wî bine ewê xelatek bidi te û çar evina te“

Ez zanim „qudreta te pir mezine...“

Qudreta te hewqas mezin neba...Hz Muhammed,Hz Isa, Melekê Tawus, Ali, Musa, Dawut û bi dehan elciyên te rêberiya bi milyonan insan nedikirin...

Yezdanê dilovan,

Cenabê te ji zane ez jibo xwe tu tiştek naxwazim....

Seate ku te sulhê xist nav çar xuşk û bira, seeta ku te eşa çar evina, çar birina sivik kir û miriyên me di gora xwe de rehet kirin û em ji wek 22 dewletên ku her „krêdiya“ te bi kar tinin azad û xwedî dewlet bin ezê li mala te yi herkes bi du huriyanan ketine bi şev û roj minetarê te bim. Soz û „soza mêrê berê“ ezê dev ji ilim û „milimê“ berdim..“.Wê gavê „ruhstînê xwe“ bişine û vê emanetê bigre...

Ji me re rêki bibine... çarik-dolbend-lecegek bavêje nav fanatikên me..

Hêsirên xwediyê şehidên me bu gol

Xwina wan bû derya..

Êşa me, jana dilê me wek şurê ku mertalê pola perçe dike...

Em dikin nakin zora van Ecem, Ereb û Tirkan nabin. Ne di mesale şer û şervaniyê de…“Bi nave te yi mezin“ em ji wan mêrxastir û şervan in…

Di mesale DAIŞê de herkes qahremaniya me taqdir dike…Cenabê te ji dit ku em çiqas jir in. Şerê Kobanî û Misulê, qahremaniya me da ispatkirin tenê di mesela fen û futan de, di mesela “umet û enternasyonalizma” derwcin de “me” dixapinin....Tu rasti bixwaze yekcarna navê te ji bi kar tinin...Bi tayibeti ji „DAÎŞ “..ez zanim haya te ji van tiştan heye... Di civinên awarte de behsa me ji te re hatiye kirin...Dibe dubare lê ezê disa ji binim bira cenabê te.

Em çi dikin vala ye...“em dibên biratî ew qebul nakin“ em dibên „ wek hevi” qebûl nakin. Em dibên em bi tena serê xwe bijin ew disa “qebul nakin“

Keda me di derya xwinê de li qiblakî digere.. zarokên me di deryaya tixubên bê adalet de berê xwe didin jiyanek nû...Ji şer û zebaniyan direvin.Pêlên wê deryaya dijwar ji jiyana nû bêtir di qaraxa xwezaya ku te afrandiye de ji wan re dibe goristan.. Termên zarokên me-Alanê me yê 5 sali li kêleka behra ku wexta bi hêcê dikeve xofek dixe dilê mirovan...Hêsir pere nakin.Axîn ji xwe fedî dike.

Çend suret û reaqsiyona dinyaya derewçîn... Tevî vê zilma ku bi serê me de hatiye nizanim haya te ji ew „zebaniyên“ li ber mala te heye....Dibêjin:“heger hun çar xweh û bira, heger hun çar evin û çar êşê bikujin ...70 huri li benda we ye....”

Eyy “ xwedayê mezin” ...mezinê ku her tişti dibine...”Rêberê alemê...”û jibo min ya gring rêberê dayika min ez ji xweza û rêlên ku te xuluqandiye pir hez dikim..Ez aşiqê“ tav û ava“ te me...“Ez ji dixwazim tevi birayên xwe bextewar bijîm.

Vaye salek din diqede, 20 meha ocaxê Trup tê ser hikum ji vi re bêje,bila silak li vî “pêxwasê” heram xine. Di sala 2017an de mêzginiyek bide me…Eşa min/me,êşa dayika min sivik be. Di sala nû de bila plan û projên xêrnexwazan têk biçe. Welatê me azad û xwedî dewletek be. Nexweşê me rehet be! Ez li benda qudret û hikmeta te me! Hindik ma ez jibir bikim: Sersala te û hemû ol, netewe,aqiliyet,pêşmerge, gerila,heval,hogir û malbata min piroz be!

30.12,2016.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar