Nadiye Murad Serbilindîyeka Kurdan e

Nadiye Murad Serbilindîyeka Kurdan e

Keça Kurd a Êzidî, Nadiye Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke Balyoza Niyetpakiyê li Iraqê hat diyarkirin

A+A-

Keça Kurd a Êzidî, Nadiye Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke Balyoza Niyetpakiyê li Iraqê hat diyarkirin. Ev serbilndîyeke bo Kurdan

Nadiye Murad, Keça Kurd a Êzidî ya 23 salî ye, ku di meha Tebax a sala 2014 de di êrişên DAIŞê bo ser Şingalê û derdora Mûsilê de dîl ketibû destê çekdarên wê rêxistinê, lê piştre bi hewlên xwe ji destê wan çekdarên rizgar bû.

Nadiye Murad, di 16ê Îlona 2015ê di civîneke taybat a Encumena Asayişa Navdewletî de gotarek pêşkêş kiribû û çîroka xwe weke keçeke Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê filitiye, ji nûnerên welatên amadebûyî re gotibû.

Nadiye Murad ji ber hewlên xwe yên bo nasandina komkujiyên DAIŞê li hember Kurdên Êzidî û hewlên bo parastina wê pêkhateya Kurd a resen, bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê jî hatiye kandîdkirin.

Herwiha Kovara Time, Nadiye Murad di nav 100 kesatiyên herî bi bandor ên cîhanê di sala 2016 de destnîşan kiriye.

Ji bo destnîşankirina wê weke Balyoza Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi germî pîrozbayî li Nadiye Murad kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin