Nadiya Murad bi Trump re hevdîtin pêk anî

Nadiya Murad bi Trump re hevdîtin pêk anî

Nadiya Murad li cem Trump gilî li Kurdistanê û Iraqê kir

A+A-

Keça Kurda Êzidî û Wergira Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad li cem Serokê Amerîkayê Donald Trump, gilî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û daxwaz jê kir, li gel herdu aliyan biaxive daku weke ew dibêje, Êzidî bikarin vegerin warê xwe.
 
Donald Trump li ofîsa xwe li Waşingtonê, pêşwazî li qurbaniyên destê grûpên çekdar kir û keça Kurda Êzidî û Wergira Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad jî li wê derê amade bû.
 
Di vê hevdîtinê de, Nadiya Murad gilî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Nadiya Murad ji Serokê Amerîkayê re ragihand: “Rewşa me tenê ne DAIŞê e, jiyana me di metirsiyê de ye û xelkên me nikarin vegerin ser warê xwe. Niha DAIŞ nemaye, lê belê em nikarin vegerin, çimku hikûmeta Kurdî û hikûmeta Iraqê, li ser wê yekê ku kî kontrola navçeya me bike, li dijî hev şer dikin.”
 
Nadiya Murad ji Trump re behsa xirabiya rewşa Kurdên Êzidî kir û spasiya wî kir, ku ew civîn ji kesên tepeserkirî yên bi destê grûpên çekdar re saz kiriye.
 
Trump jî soz da Nadiya Muradê ku dê rewşa êzidiyan di ber çavan re derbas bike.
 
Nadiya Murad ku bi zimanê ingilzî, bêtirî çar xûlekan ji Serokê Amerîkayê re axivî, di berdewamiya axavtina xwe de got: “Em piştevaniyeke mezin ji Serokê Fransayê, Macron werfigrin. Fişareke mezin li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dike, daku alîkariya kêmîneyan bide, daku Êzidî li warê xwe bimînin, lê belê hêj em koç dikin, daku cihekî aram bo jiyanê peyda bikin. Hêvîdarim ku bikarî telefonê yan tiştekê bo Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê bikî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin