“Nabe Îran zêdetir lingê xwe dirêj bike!”

“Nabe Îran zêdetir lingê xwe dirêj bike!”

Fransa, Almanya û Brîtanyayê bi daxuyanîyeke hevbeş, ragihandin, ku Îran li hember êrîşa li ser sazîyên petrolê yên kompanyaya Aramco ya Siûdîyê, berpirsyar e.

A+A-

Serokwezîrê Brîtanya, Boris Johnson, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel ku ji bo beşdarîya di 74. Civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ne, derbarê êrîşa ser sazîyên petrolê yên Aramco ya Siûdîyê, daxuyanîyeke hevbeş dan.

 

Wan sê welatan di daxuyanîyeke hevbeş de, êrîşa 14ê Îlona 2019 a bo ser sazîyên petrolê yên di nav axa Siûdîyê de, bi tundî şermezar kirin û li hember êrîşa ser sazîyên petrolê yên kompanyaya Aramco ya Siûdîyê, Îran weke berpirsyar nîşan dan. Hersê serkirdeyên welatên Almanya, Fransa û Brîtanya, tekezî li hevsozîya xwe li gel Erebistana Siûdîyê jî kirin.

 

Serkirdeyên hersê welatên zilhêz ên Ewropayê ragihandin, “ti gumanek nîne ku Îran li hember êrîşa li ser Siûdîyê berpirs e, nabe Îran ji vê yekê zêdetir lingê xwe dirêj bike.”

 

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Zelal û aşkere ye ku Îran li hember vê êrîşê berpirsyar e. Zelalkirinek din a maqul nîne. Ji bo bidestxistina zanyarîyên bêtir, em piştgirîyê li lêkolînan dikin.”

 

Serkirdeyên wan welatan amaje bi wê yekê jî kirine, ku “êrîşa ser sazîyên petrolê yên Siûdîyê, rîska derketina pevçûn û alozîyan li navçeyê zêdetir dike” û destnîşan kirine, “careke din giringîya hemû hewldanan ji bo kêmkirina alozîyan û di nav de jî hewldanên dîplomatîk, derkete holê.”

 

Angela Merkel, Emmanuel Macron û Boris Johson di daxuyanîya xwe ya hevbeş de, tekezî li ser “nûkirina naveroka rêkeftina etomî ya li gel Îranê” kirine û Tehran vexwendine, ku pabendî rêkeftina etomî be.

 

Her sê serkirdeyan ji bo kêmkirina alozîyên li Rojhilata Navîn jî bangewazî dane û ragihandine: “Em Îranê ji bo diyalogê, zêdenekirina alozîyan û provokasyonan vedixwînin.”

 

Li alîyekî din, Serokwezîrê Brîtanya, Boris Johnson di daxuyanîyeke cuda de ragihandîye: “Niha dema vê yekê ye ku danûstandin li gel Îranê bên kirin ji bo rêkeftineke nû.”

 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî daye xuyakirin, ew dê bi cuda li gel Donald Trump û Hensen Ruhanî bicive.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin