Mustafa Özçelikî rojev ji Kurdistan24ê re nirxand

Mustafa Özçelikî rojev ji Kurdistan24ê re nirxand

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, bêşdarî bernameya 'Rojev' a Kurdistan24ê bû û liser hilbijartinên herêmî, sekna PAKê, Hevpeymaniya PAK û PSKê û xebatên di vê çarçoveyê de nirxand.

A+A-

Mustafa Ozçelik destnîşan kir ku, doza Kurd li bakurê Kurdistanê nikare di sîbera hilbijartinên Tirkiye de xwe asê bike û vê proseyê bike xebateke sereke. Hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û Hilbijartinên Herêmî jî platformek in, ku dikarin bên bikaranîn, lê doz gelek ji wê mezintir e û wisa pê de çû: "Rêvebiriyên herêmî/şaredarî derfeta pêkanîna bernameya nêzîkahiya gel e. Divê rewşa Tirkiye rast bê nirxandin, desthilat û dewlet gava dixwaze, dest datîne ser Parlementeran û Şaredaran jî. Desteserkirin û girtina parlementerên HDPê, sepandina Qeyyûman li bakurê Kurdistanê, nîşaneyên vê yekê ne. Li Tirkiyeya îro, garantiya tiştekî nîne, gava dewlet tiştek ji xwe re wekî xeter destnîşan dike, bi yekdengî berê dide ser û dixwaze têk bide. Bi taybetî jî, beramberî destkeftiyên Kurd."

 

Liser xebata ku tevgera Kurd hewl dide, bibe navendeke diyar li Tirkiyê, ku bikaribe bandor û fişara xwe li siyaseta Tirkiye, Kurdistanê û qada navneteweyî de jî hebe, Ozçelikî wisa got: “Partiya Azadiya Kurdistanê, her bi wê hişmendiyê tevgeriyaye. Ji roja damezrandina xwe ve, doza pêkanîna Platforma Kurdistanî kiriye. Encamên hilbijartinan çi bibin bila bibin, a girîng helwesta Kurdistanî û gelê Kurdistanê ye. HDP weke hebûn xwe Partiyeke Kurdistanî binav jî nake, nasnameya xwe weke partiyeke Tirkiyeyî destnîşan dike. Bi wan re, di hilbijartinên Parlementerî me xwest tifaqê pêk bînin, lê wan herçend liser 6 xalan me li hevûdu kiribû, di nav proseyê de ew rêkeftin binpê kirin.

Niha di hilbijartinên herêmî de tifaqa me ligel Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) heye, tifaqek liser bîngehê daxwazên neteweyî-demokratîk û destnîşankirina namzedên neteweyî-demokratîk. Ligel aliyên din ên Kurdistanî, platformên sivîl-demokratîk, rêvebirên civatê hevdîtinan lidar bixin û namzedên xwe di van çarçoveyan de destnîşan bikin”…

(k24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin