Mustafa Ozçelîk: Tifaqa Welatperwer alternatîf e

Mustafa Ozçelîk: Tifaqa Welatperwer alternatîf e

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand, dema wan bi PSKê re Tifaqa Welatperwer û Demokrat pêk anîye û gava namzetên serbixwe avêt, sê armancên wan ên sereke hebûn.

A+A-

Li ser armancên tifaqa Welatperwer û Demokrat  Ozçelîk got:

“Yek, em li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê ya înkarkirina miletê me û mafê wî yê netewî ne. Duyem, li dijî siyaseta kolana xendekan a tê meşandin e, di vê derbarê de dibînin ku pirêzeya HSDê daniye, şaşîtiyê wê zêde ne, ku li Bakurê Kurdistanê bêyî ku em di nava Kurdan de nakokî û dijminiyê kûr bikin, em azadî, demokrasî û pirrengiyê berfereh bikin. Ya sêyem jî, em dengekî baş bidest bixin û di siyaseta Bakurê Kurdistanê de em balansekê çê bikin.”

Serokê PAKê ji K24ê re ragihand: “Em di her du armancên xwe yê destpêkê de biser ketine, li hember siyaseta dewleta Tirkiyê xebateke baş me kiriye û me gotiye em ne bi danîna qeyuman û kolandina xendekan re ne. Herwiha welatperwerên Bakurê Kurdistanê yên serbixwe jî pêşwaziyeke baş ji tifaqa Welatperwer û Demokrat re dikin.”

Ozçelîk got: "Dadgeha Bilind a Tirkiyê li dijî partiyên navê Kurdistan tê de heye doz vekir û daxwaza girtinê kir. Îro AKP û rêveberiya dewleta Tirkiyê siyaseta xwe li ser dijatiya Kurd daniye, ne tenê li Bakur, belkû li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî her wisa ye, ji ber wê divê gelê me dengê xwe nedin AKP û MHPê û divê Kurd dengê xwe nedin partiyên din ên wek İYİ Partî û CHPê jî. Herwiha HDPê jî bi siyaseta xwe rê vekiriye ku gelek destkeftiyên me ji holê rabin. Ji ber wê alternatifa ji Kurdan re heye, tifaqa Welatperwer û Demokrat e."

(BasNews / K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin