Mustafa Özçelik: Serok Barzanî da zanîn gelê kurd ne bêxwedî ye

Mustafa Özçelik: Serok Barzanî da zanîn gelê kurd ne bêxwedî ye

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik axaftina Serok Mesûd Barzanî ya di kongreya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de ji BAsNewsê re nirxand.

A+A-

Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, li ser gotara Serok Mesûd Barzanî, wisa got:

"Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, nîşan da ku miletê kurd û Kurdistanê ne bêxwedî ye
 

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî doh di heştemîn Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê de axaftineke ku bi hest û bîr û ramanên netewî û Kurdistanî ve hatiye hûnandin pêşkêş kir.
 

Biryardarîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya di derbarê serxwebûn û dewletbûnê de, hêvîyên me yên ji bo pêşerojeke azad, serbixwe û ronî, geştir û xurtir kiriye.
 

Weke Rêzdar Serok Mesûd Barzanî jî anî zimên dewletbûn mafekî gelê me yê rewa û xwezayî ye. Ev maf ne lutûfa hinekan e û wê tu kes jî nikaribe rê li ber dewletbûna gelê Kurdistanê bigire.
 

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî berxwedan û mesajeke ji hemû dagirker û xêrnexwazên Kurdistanê re ye.
 

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bi awayekî demokratîk û meşrû di referandûmê de bi nîsbeyeke ji %93 ji serxwebûnê re got erê. Tu kes û tu hêz nikare vê encamê tune bihesibîne. Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îradeya lêxwedîderketina vê biryara gelê me ye.
 

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji wan hemû alî û kesên ku dixwazin vê îradeya gelê me tune bihesibînin re îlankirina helwest û sekneke netewî, birûmet û berpirsyarane ye.
 

Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji hemû kesên ku îxanetê li gelê xwe û li pêşeroja Kurdistanê dikin re hişyaryeke bêşik û dilsozane û welatperwerane ye.
 

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe de got em nevîyên Kawayê Hesinkar in; got, ev welat, ev milet û pêşeroja wî ne bêxwedî ye; got em tu carî serê xwe natewînin û em ê ji bo mafê xwe yê çarenûsiyê bêwestan têbikoşin.
 

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di axatina xwe de bi wê coş û hêvîbariya xwe, hêvîyên hemû kurd û Kurdistaniyan  careke din geş û zindî kir.
 

Em weke PAKê li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên federe û li îradeya serxwebûnê ya gelê me xwedî derdikevin û di vê meşa pîroz de, di vê helwesta netewî û Kurdistanî ya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî de em ligel cenabê wî ne. Divê lêxwedîderketina vê îradeya Kurdistanî  wazîfeyeke netewî ya hemû kurd û Kurdistaniyên cîhanê be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin