Mustafa Özçelik: Sala nû bila bibe destpêka rûpeleke nû

Mustafa Özçelik: Sala nû bila bibe destpêka rûpeleke nû

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta sersalê peyamek weşand û sersalê pîroz kir.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di peyam xwe de wisa got:

"Sala nû bila bibe destpêka rûpeleke nû

Hêvî , hişmendîya niştimanî, ji dîroka xwe ders derxistin  û bawerîya bi doza azadîyê re;  di navbera duhî û îro de, di navbera îro û sibê de, pira herî saxlem e. Sala nû ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan bila bibe sebebê xurt kirina vê pirê.  Ji bo xurt kirina vê pirê, ji bo pêkanîna şîara ‘Azadîya Kurdistanê û azadî li Kurdistanê’ gava yekem; li xwe veger e, xebat e, fedekarî ye, dilsozî, nefsbiçûkî  û sebir e.  

Tu şika me jê tune ye ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî emê bigihêjin vê armanca pîroz ya ku mafê me yê rewa ye. Di vê meşê de, di sala nû de, gava herî mutewazî û çêker ew e ku,  em ji  xwe re, ji hezkirîyên  xwe re, ji yên ku me wan qehirandî  bin re, ji yên ku wan em qehirandî bin re, em rûpeleke  nû, rûpeleke  paqij vekin.

Ji bo  hûnandina paşerojeke azad, xwedîyê meselê em bi xwe ne; lê em çiqas  dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin, emê zûtir, hêsantir û bi kêm êş û bi kêm azar bigihêjin vê armanca xwe.

Bi hêvîya ku xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me, bi  hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî; sala nû ya hemû heval û dost û naskirîyên  xwe, sala nû ya hemû gelê xwe yê Kurdistanê û hemû mirovahiyê pîroz dikim."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin