Mustafa Ozçelîk: Kurd li Hêza Xwe Ne Haydar in

Mustafa Ozçelîk: Kurd li Hêza Xwe Ne Haydar in

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, encama hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji Dengê Amerîkayê re nirxand.

A+A-

Dengê Amerîkayê, da ku hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê binirxîne Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk kir mêvan û bîr û rayên wî di derbarê encamên hilbijartinê de jê pirsî.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk got:

"Ji salên 1950yî ve, kurd sedemê her guhertinekê bûne li Tirkiyê. Çi partî hatibe ser desthilatê, bi dengên Kurdan bûye, lê mixabin kurd li hêza xwe ne haydar in. Gelek caran kurd bêyî kû bizanibin, bi dû vê partiyê yan ya din ketine. Kurd dikarin desthilatê bigûherin. Kurdan peyamek da AKP û Erdogan û jê re got, tu dijminatîya me dikî, em jî dikarin dijminatîya te bikin. Lê bi rastî li hember Kurdan CHP ji AKPê jî xirabtir e û çi hêvî jê nayê kirin.

Piştî ku Ozçelîk hebûna hêza kurdan bi qasî guherîna desthilatê li Tirkîyê raxiste ber çavan, anî ziman ku digel vê jî hêj zimanê kurdî jî li Tirkîyê qedexeye û ji vê bonê jî divê kurd hêza xwe bikin yek:

"Divê kurd bibin alîyek. Kurd dikarin desthilatê biguherînin lê ev 96 sal e kurd nikaribûn zimanê xwe bikin zimanekî fermî. Me di hilbijartina 2018an de ji HDPyê re got werin em li ser daxwazên kurdan Bloka Kurdî ava bikin lê mixabin HDPyê xwe neda ber û aniha jî dengên 6 milyon kurdan distîne lê dibêje ez partîyeke Tirkîyeyê me.

(VOA Kurmancî)

https://www.dengeamerika.com/a/turkey-kurd-akp-mhp-chp-pak-ozchalik-/4866586.html?withmediaplayer=1

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin