Mustafa Özçelik "Kek Feyyaz Ekmen di dilê me de, di têkoşîna me de dê her  bijî"

Mustafa Özçelik "Kek Feyyaz Ekmen di dilê me de, di têkoşîna me de dê her  bijî"

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik "Kek Feyyaz Ekmen di dilê me de, di têkoşîna me de dê her  bijî"

"Îro(27.05.2021) heval, nas , dost û hezkirîyên Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen,  li Kercewsê li ser mezelê wî merasîmeke girseyî li dar xistin. 


Di vê merasîmê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik  axaftinek kir. Ev jî naverokê vê axaftinê ye:

"Xuşk û birayên hêja,


Em îro ji bo seredana kek Feyyaz Ekmen li vê derê kombûne.


Bi rastî  me hîna jî qebûl nekirîye  Kek Feyyazê  ku nimûneya însanetîyê bû wek fizîkî ji nav me koç kirîye. 
Îro li temama dinyayê hemû mirovahî   ketîye bin xeterîya vê  nexweşîya Covîd-19ê û bi milyonan kesan jîyana xwe ji dest dane. Me jî wek gelê Kurdistanê ji ber vê koronaya kambax, me gelek têkoşerên welatperwer , gelek kesayetên hêja wenda kirin û em hîna jî em wenda dikin. Kek Feyyaz jî yek ji wan kadro û kesayetên hêja ye ku kete nav kerwana wan şehîdên doza azadîya Kurdistanê.


Belê, kek Feyyaz, bi rastî jî zû û bêwext ji nav me koç kir.


Feyyaz Ekmen di roja 1ê Tebax a 1954ê de, li Bakurê Kurdistanê li Kercewsê wek zarokekî ji malbata Ekmenan ji dayik bû.


Malbata Ekmenan li Kercewsê malbateke naskirî û malbateke welatperwer e. Em dikarin bêjin ku kek Feyyaz bingehê şexsiyeta xwe ya însanî, civakî û kurdayetîyê ji malbata xwe wergirtîye.


Kek Feyyaz dibistana seretayî û nevendî li Kercewsê û lîse jî li Mîdyadê xwend. Di sala 1976ê de Unîversîteya Dîcleyê Enstituya Perwerdehîyê xelas kir.


Feyyaz Ekmen,di dema xwendekarîya  xwe ya unîwersîteyê de, yek ji pêşengê ciwanên Kurd bû. 
Di têkoşina  li dijî bicîkirina faşîstan ya  di dibistanan de, yek ji rêveberê  xwendevanan bû.


Gava ku gelê Diyarbekirê  di 6ê Hezîrana 1975ê  de nehêştin Alparslan Turkeş  bikeve Diyarbekirê, Feyyaz Ekmen yek ji wan organîzatorê xortan bû. 


Feyyaz Ekmen piştî ku unîwersîte qedand û bû mamoste jî her bi xebata xwe ya welatperwerîyê, bi alîkarîyên xwe yên însanî di dilê bi hezaran însanan de cîhekî bi qîmet wergirt.


Pîştî darbeya leşkerî ya 12yê Îlona 1980yî mecbûr ma dest ji mamostetîyê berde.


Berîya darbeya leşkerî ya 12yê Îlona 1980yî 3 mehan di Hefsa Leşkerî ya Dîyarbekirê de raza. Piştî darbeya leşkerî ya 12yê Îlona 1980yî de jî 3 mehan li Tugaya Mêrdînê hate desteserkirin û gelek îşkence dît.


Feyyaz Ekmen di sala 1981ê de , ji ber ku polîsên Dewleta Tirkîyeyê lê digerîyan, mecbûr ma çû Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê. Heta sala 1983yê li Rojavayê Kurdistanê ma.


Feyaz Ekmen berîya çûyina xwe ya Almanyayê, vegerîya Bakurê Kurdistanê û demekê bi awayekî veşartî li Bakurê Kurdistanê  û Tirkîyeyê ma.


Di operasyona polîsên Dewleta Tirkîyeyê ya 1984ê de gelek hevalên partîya wî hatin girtin. Piştî wê operasyonê  êdî nema dikarîbû li Bakurê Kurdistanê  û li Tirkîyeyê bima, loma jî berê xwe da Almanyayê û li wir bi cîh bû. 


Di sala 1997an de, piştî 13 salan karîbû vegere Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê û piştî wê vegerê êdî dikarîbû gelek caran ji Almanyayê biçûya Bakurê Kurdistanê.


Feyyaz Ekmen di xortanîya xwe de, her di nav tevgera neteweyî ya Kurd de  bû. 


Di sala 1974an  de, bû endamê PDK-Tyê. Paşê bûye endamê KİP-DDKDyê. Di navbera salên 2005-2011an de, yek ji avakar û rêveberê Tevgera Demokratên Şoreşger bû. 


Di sala 2014ê de, di avakirina Hewldana Partîyeke Kurdistanî de cîh girt. Ji sala 2014ê û heta wefata wî, wek damezrêner û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê xebata xwe ya sîyasî meşand. Kek Feyyaz, ji damezrandina PAKê heta îro, di gelek beşên xebatê de bi şev û roj wek rêveberekî PAKê bêwestan xebatên xwe meşand.


Kek Feyyaz Ekmen di hilbijartinên şaredarîyan yên 31ê Adara 2019ê de, li bajarê Batmanê namzedê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat bû.


Kek Feyyaz welatperwerekî bi şexsîyet ,dilsoz, fedakar, nefsbiçûk, biryardar, wêrek, hevalê hevalê xwe bû. Kek Feyyaz însanekî gelekî hesas û dilnazik bû; jiber wê jî diltenik bû. Lê kek Feyyaz kubar bû, nedixwest dilê tu kesî biêşîne. Her dixwest ji xwe bide. Bi gelek xusûsîyetên xwe ve dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz eve 50 sal e , wek neferekî, wek kadroyekî, wek rêberekî bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil , bêwestan her di nav refên xebat û têkoşîna Doza Azadîya Kurdistanê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.

Ew bi can û dil Kurdistanî bû; edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan,
însanetî, hezkirin û empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû. Herweha kek Feyyaz, bingehê
şexsîyeta xwe ji malbata xwe ya welatperwer jî wergirtibû.

Kek Feyyaz yek ji wan fedakarên yekemîn ê PAKê bû. Û PAK jî bi xêra wî û bi xêra hevalên wek wî bûye Partîya Fedakarên Kurdistanê.  

Kek Feyyaz yek ji avakarên proje û fikra PAKê ye. 

Kek Feyyaz  jî wek hevalên xwe yên damezranêrên PAKê ne her digot: Yên dikarin bibin yek bila bibin yek, yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin, yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin, yên nikaribin dîyalogê jî deynin bila dijminatîya hev nekin.

Kek Feyyaz her daîm kesayetekî çêker bû, her dixwest welatperwerên Kurdistanê ji hev hez bikin, bi hevre bixebitin.


Em çiqasî li gorî bîr û bawerî û armancên kek Feyyaz û yên hemû şehîdên xwe bi dilsozî tevbigerin, bixebitin, destbidin hev, ewê jî ewqasî dilşad bin, ewqasî serbilind bin.

Belê gotin têrê nakin ku em behsa kek Feyyaz bikin. Û me hîna jî qebûl nekirîye ku kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kirîye. 


Lê emê te şermezar nekin kek Feyyaz. Tu dê her di dilê me de, di têkoşîna me de bijî.


Tu şika me jê tune ye ku bi wê xebat û têkoşîna ku kedeke te ya mezin jî tê de heye, rojekê  gelê me dê mizgînîya azadîyê bide te û bide hemû şehîdên Kurdistanê.


Ji her çar perçeyên Kurdistanê gelek partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî , bi hezaran kesayetên Kurdistanî bi minasebeta wefata Kek Feyyaz Ekmen sersaxî ji malbata Kek Feyyaz, ji Partîya me û ji gelê me re xwestin . 

Nuha jî gelek heval, nas, aqreba û dostên kek Feyyaz, gelek partî, rêxistin û dezgeh û kesayetên  Kurdistanî li vê derê li gel me ne. Em spasiya hemûyan dikin.  Em bi vê minasebetê, hemû kedkar û tekoşerên ku ji bo doza azadî û rizgarîya  Kurdistanê şehit ketine,  hemû kadkarên têkoşîna azadî û rizagrîyê yên  jiber coronaya kambax û ji ber nexweşîyên cuda cuda ji nav me koç kirine bi giramî bibirtînin û tekoşîn û  xabata wan ewê her rêya me rohnî bike.

Wê alaya ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexistibû, emê her li ba bidin.

Bila serê Mextapxanê, serê Pelînê, Mizgînê û yê Mem Lorî ; serê hemû malbata kek Feyyaz û malbata Mehtapxanê sax be. Serê me hemû PAKîyan, sere hemû welatperweran û serê gelê me sax be."

27.05.2021


Mustafa Özçelik    
Serokê Giştî yê PAKê"

18-012.jpg21-008.jpg22-008.jpg5-088.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin