Mustafa Özçelik hevpeyvînek da K24ê: 'Derxistina partiyên Kurdistanî ji lîsteya partiyan, dij hiqûqê ye"

Mustafa Özçelik hevpeyvînek da K24ê: 'Derxistina partiyên Kurdistanî ji lîsteya partiyan, dij hiqûqê ye"

Ev demekê ye ku li Tirkiyê, girtina partiyan dîsa kete rojevê. Weku tê zanîn Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê, navê partiyên ku bêjeya 'Kurdistan' lê ne ji lîsteya partiyan derxist û daxwaz ji Dadgeha Destûrê kir ku ev partî bêne girtin.

A+A-

Weku tê zanîn Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya 'Kurdistan'ê di navê wan de hene, ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiriye.

Li ser vê mijarê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, hevpeyvînek da Kurdistan24ê û got Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: "Derxistina navê partiyên Kurdistanî ya ji lîsteya partiyan gaveke nehiquqî ye, ji hiquq û demokrasiye dûr e. Mafê serdozgeriya Tirkiyeyê nîne ku wiha bike. Dê parêzerên me îtîraz bikin. Ji bo daxwaza doza girtina partiya me jî em amadekariyan dikin ku di demeke nêz de bersivekê bidin."

Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje: "Em ê Platforma dadgehê bikin platforma xwedîlêderketina nirxên Kurd û Kurdistanê. Ev ne meseleya me û dewletê tenê ye. Di heman deme de em ê bang bikin ku raya giştî jî hiquqnas jî di vê pêvajoyê de piştgiriya me bikin."

Li gorî yasayên Tirkiyê bo girtina partiyeke siyasî sedemên wek piştgiriya tundûtûjiyê, parçekirina xaka Tirkiyê û parçekirina neteweya Tirk pêwîst e. Parêzer Fahrî Karakoyûnlû amaje dike ku di bernameya partiyan de ev hêman cih nagirin û li gorî peymanên navneteweyî jî girtina partiyan zehmet e.

(k24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin