Mustafa Özçelik: Haya me ji civîneke li ser hilbijartinê ku Pervin Buldanê behs kiriye, tune!

Mustafa Özçelik: Haya me ji civîneke li ser hilbijartinê ku Pervin Buldanê behs kiriye, tune!

Hevseroka HDPê Pervin Buldanê gotibû HDP li ser hilbijartinên herêmî bi partiyên Kurdistanî bicive. Li ser vê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û got: Haya me ji civîneke di derbarê hilbijartinên herêmî de ku bi HDPyê re li dar bikeve tune.

A+A-

Roja çarşema çûyî Hevseroka HDPyê Pervin Buldanê gotibû HDP li ser hilbijartinên herêmî digel partiyên Kurdistanî wê bicive.

Li ser vê daxuyaniyê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik axivî û got: Haya me ji civîneke di derbarê hilbijartinên herêmî de ku bi HDPyê re wê li dar bikeve tune ye.

Buldanê roja çarşemê 17ê Cotmehê daxuyaniyek li ser hilbijartinên herêmî da û got:

’’Weke tê zanîn HDPyê bi partîyên Kurdistanî re di hilbijartinên 24ê Hezîranê  de tifaqeke berfireh nikarîbû pêk bianîya. Lê di hilbijartinên herêmî de divê em vê tifaqê pêk bînin. Di 20ê vê mehê dê bi nûnerên van partîyan re civîneke me pêk bê. Ev tifaq ji bo me gelek girînge.Divê ev yeka ne bes weke tifaqeke hilbijartinê bê dîtin.Divê herweha bi perspektîfa yekitîya netewî em vê yekê binirxînin’’

 

Di derbarê vê daxuyanîya Pervin Buldanê de Serokê Giştî yê PAKê  Mustafa Özçelik, pirsa Rûpela Nûyê bersivand û got:

“Weke PAK haya me ji civîneke ku di derbarê hilbijartinên herêmî de ku bi HDPyê re li dar bikeve tuneye.

Lê bi îmzeya Hevserokên HDPyê Pervîn Buldan û Sezai Temelli bi nivîskî  di roja 17yê cotmeha 2018an de li ser navê min dawetîyeyek gihîştîye me. Di vê dawetiyeyê de  Hevserokên HDPyê dibêjin, ‘Em dixwazin bi serok û pêşengên partîyên Kurdistanî re bên cem hev û derheqê pêşveçûnên dawî yên li Kurdistanê de hizr û nêrînên xwe bi hev re parve bikin û ji bo xurtkirina têkilîyên sîyasî yên di pêşerojê de bi hevre bişêwirin. Bi beşdarbûna we ya vê civîna bi xwarin, em ê gelek şad û bi hêz bin’.

Tiştê ku ez dizanim ev dawetîye ji partîyên Kurdistanî  yên din re jî hatîye şandin.

Lê tiştên ku Pervîn Bûldan ji raya giştî re behs kiriye, tu eleqeya wê bi naveroka vê dawetîyeyê re tune ye. Pervîn Buldan di daxuyanîya xwe ya di çapemenîyê de dibêje emê li ser hilbijartinên herêmî civînekê bi partîyên Kurdistanî re li dar bixin. Weke PAK haya me ji civîneke ku naveroka wê  tifaq û nirxandina hilbijartinên herêmî be  tune ye. Ew dawetiyeya ku hevserokên HDPyê ji me re şandîne, ne di derbarê hilbijartinên herêmî  de ye.

Di derbarê hilbijartinên herêmî yê ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî,  sîyaseta PAKê zelal e. PAK  dibêje, di hilbijartinên  herêmî de partîyên sîyasî yên ji derveyî HDP û HÜDAPARê, li gel partiyên siyasî yên Kurdistanî, dezgehên sivîl û şexsîyetên  etnîk, olî û mezhebî yên di civatê de cîhekî wan ên bi rûmet hene divê Platforma Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokrat ava bikin û em bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.

Herweha  weke PAK ji bo beşdarbûna wê civîna ku Hevserokên HDPyê em dawet kirine jî hîna me tu biryar nedaye . HDP ya ku hîna jî ji me û ji raya giştî ya Kurdistanê re, îzahata têkbirina xwe ya tifaqa hilbijartinên 24ê Hezîranê nekiriye, gelo dê di derbarê pêvajoyê de çi bi partîyên Kurdistanî re bipeyive?"

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin