Mustafa Özçelik, êrîşa li dijî Yezdanpena rûreş kir

Mustafa Özçelik, êrîşa li dijî Yezdanpena rûreş kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik êrîşa terorî ya Dewleta Îranê ya li ser Serokê PAKa Rojhilatê Rêzdar Husên Yezdanpena rûreş kir

A+A-

Weke ku tê zanîn doh (12.04.2018) li Hewlêra paytaxta Kurdistanê, Serokê PAKa Rojhilatê Fermandar Hisên Yezdanpena rastî êrîşeke terorî hatibû ku van deman, îstîxbarata Îranê suîqestên siyasî li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Bi vê hilkeftê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik bi peyamekê, vê êrîşa terorî li dijî Yezdanpena rûreş kir.

Di peyama xwe de, Özçelik wiha got:

 

"Rêzdar Kak Husên Yezdanpena

Bi xemgînî me bihîstiye ku cenabê te tûşî êrîşeke terorî ya Dewleta Îranê bûye. Derbasbûyî be.

Saxî û selametiya cenabê te cihê dilxweşiya me ye.

Em vê êrîşê bi tûndî rûreş dikin.

Li gel rêz û silavên xwe

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin