Mustafa Özçelik: Divê em gelê xwe ne mecbûrî qeyûman, ne jî mecbûrî sîyaseta xendekan bikin

Mustafa Özçelik: Divê em gelê xwe ne mecbûrî qeyûman, ne jî mecbûrî sîyaseta xendekan bikin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik, di hevpeyvîna digel malpera Rojevakurd de got: Pêwîstîya gelê me bi alternatîfeke netewî û demokrat heye û wan, weke PAK û PSK ji bo namzedên serbixwe xebatek daye destpêkirin.

A+A-

Hevpeyvîna Rojevakurd digel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Mustafa Ozçelik: Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, Kurd ji hemû mafên xwe yên netewî, demokratîk, niştimanî bêpar in. Şerekî ku her roj hîna zêdetir paşeroja gelê me têk dide berdewam e. Dewleta Tirkîyeyê hemû sîyaseta xwe li ser dijayetîya miletê Kurd dimeşîne. Li Tirkîyeyê mixabin tu partîyên ku bi rastî jî demokrasî, azadî û edalete diparêzin tune ne. HDP weke partîya ku ji 5-6 milyon Kurdan deng distîne, hîna jî dibêje ‘’Pirsa Kurd dê di çerçoweya dewleta ûnîter de be çareser kirin’’. HDP hîna jî dibêje ’’Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’’.

Weke hemû hilbijartinan , di van hilbijartinên herêmî de Jî, li ser Kurdan tê ferz kirin ku Kurd ’’Başê ji nav xeraban hilbijêre’’.

Ji damezrandina Dewleta Tirkîyeyê heta îro, Kurd tu carî di şerdên demokratîk de nikarîbûne beşdarî hilbijartinan bibin. Ev neheqî di hilbijartinên herêmî yên Adara 2019an de jî berdewam e.

Ji bo rê li ber beşdar bûna hilbijartinan ya partîyên Kurdan bê girtin bi dehan ‘bend’ û astengîyên ’’qanûnî’’ û Destûrî hene.

Sîyaseta netewî, niştimanî li Bakurê Kurdistanê lawaz ketîye, hêza xwe ya girseyî wenda kirîye. Ji bo hûnandina partîyeke xurt, azadîxwaz, demokrat Kurdistanî , mixabin partîyên peywendîdar wazîfeyên xwe yên dîrokî bi cîh naynin.Partî û alîyên netewî-demokratîk li ser sîyaseteke bi îstîkrar ya niştimanî nameşin.

Di rewşeke weha de, hilbijartinên herêmî dê li dar bikevin.

 Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

Hilbijartinên Parlamentoyê û yên Herêmî her yek li gorî xwe bernameyên xwe yên taybet hene. Lê tevgera Kurd û Kurdistanî, di hemû hilbijartinan de divê li ser prensîbên xwe yên netewî û niştimanî sîyaseta xwe bihûnin. Di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de me weke PAK û Tifaqa Kurdistanî, li ser 6 xalên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê li gel HDPyê li hev kirin. Lê Rêvebirîya HDPyê ev mitabaqat tune hesiband û van 6 xalan nexist deklerasyona xwe ya hilbijartinan. Bi vê helwestê jî, tifaqeke berfireh ya ji bo hilbijartinan sabote kir.

Gava ku mijara hilbijartinên herêmî hate rojevê, me weke PAK got ‘’HDPyê heta îro jî tu îzahat ji me û ji raya giştî re neanîye, ka ji bo çi tifaqa hilbijartinên 24ê hezîranê sabote kirîye.Ji ber vê yekê jî ne rast e ku em careke din bi HDPyê re hewla tifaqeke hilbijartinê bikin. HDP tifaqeke li ser prensîbên sîyasî qebûl nake’’. Me weke alternatîf jî pêşniyarîya namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat pêşkêşî partîyên Kurdistanî kir.
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an ya rast ewe ku em weke partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û şexsîyetên niştimanî, platformên herêmî damezrînin û bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.

 Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çaw dibînin?

Me weke PAK û PSK ji bo namzedên serbixwe xebatek dest pê kirîye. Em dixwazin bi hemû partîyên sîyasî yên li gel derxistina namzedên serbixwe ne, vê hevkarîya xwe berfireh bikin. Herweha em dixwazin li her bajarê ku em dikarin namzedan derxînin, platformên herêmî ava bikin û bila her platform bi xwe namzedên xwe derxînin.
Hinek partîyên Kurdistanî, dibêjin ‘’Di hilbijartinan de ne şerd e ku em li ser prensîbên sîyasî yên netewî û niştimanî tifaqan bikin. Ji bo bidest xistina kursîyên parlamenterîyê yan jî kursîyên beledîyeyê, kî teklîfê ji me re bîne em amade ne li gel wan tifaqê bikin’’.

Hinek partî jî dibêjin ‘’Emê dîsa li gel HDPyê li rêya tifaqe bigerin’’.

Em weke PAK van herdu helwestan jî napejirînin. Bêyî prensîbên sîyasî nabe ku tu tifaq bê kirin û ne rast e ku em careke din bi wê HDP ya ku 6 xalên ku qebûl kiribû tune hesibandiye, hewla tifaqekeke din bidin.

Pêwîstîya gelê me bi alternatîfeke netewî, niştmanî, demokrat heye.

Divê em pirrengîya sîyaseta Bakurê Kurdistanê xurtir bikin. Divê em rêya demokrasî û azadîya navxweyî geştir û berfirehtir bikin.Divê em gelê xwe ne mecbûrî qeyûman, ne jî mecbûrî sîyaseta xendekan bikin; divê em gelê xwe mecbûrî sîyeseta ji hişmendîya niştimanî dûr e nekin.

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?

Em weke PAK ji damezrandina xwe ve heta îro, her li gel ava kirina Tifaqa Kurdistanî bûne. Me bi PSK, PDK û Hereketa Azadî re, ji temûza sala 2015an heta îro hevkariyek meşandîye. Hinek partîyên Kurdistanî mixabin xwe nedan ber vê hevkariyê.Di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de jî me li ser prensîbên sîyasî Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan(PAK, PSK, PDK, PDKT, Hereketa Azadî) îlan kir.

Em îro jî li gel Tifaq û hevkariyên netewî, niştimanî ne.

Prensîbeke PAKê ya zelal di derbarê tifaqan de heye. PAK dibêje:

’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan pêk bînin. Yên nikarin hevkarîyan jî pêk bînin, bila dîyalogê di navbera xwe de kêm nekin.Yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin’’.

Tifaqên Kurdistanî li ser van prensîbên sîyasî yên netewî, niştimanî divê bêne ava kirin:
–Qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê.
–Qebûl kirina mafên netewî-demokratîk yên miletê Kurd.
–Qebûl kirina statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê.
–Lê xwedî derketin û rêz lê girtina nirx û sembolên netewî, niştimanî.
–Lê xwedî derketin û rêz lê girtina hemû destkeftinên netewî, sîyasî û dezgehî yên li her çar perçeyên Kurdistanê.
–Qebûl kirin û rêz lê girtina mafên azadîya ramanî û birêxistinbûyînê û qebûl kririna mafên beşdarîya rêvebirinê yên hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî, civakî û sîyasî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin