Mustafa Özçelik di 4 saliya PAKê de peyamek belav kir

Mustafa Özçelik di 4 saliya PAKê de peyamek belav kir

Bi hilkefta 4 saliya Partiya Azadiya Kurdistanê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik peyamek belav kir û siyaset, hişmendî û xebat û libatên PAKê da nasîn.

A+A-

Peyama Mustafa Özçelikî bo 4 saliya PAKê ev e:

pak7-001.jpg

PAK 4 salî ye

PAK di encama xebatên Komîsyona Dîyalogê û Hewildana Partîyeke Kurdistanî de di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî partîyeke resmî li Tirkîyê hate qebûl kirin.

 

Di van 4 salên xwe de PAKê di doza azadîya Kurdistanê de xebateke bi rûmet meşandîye û di rojên pêş de dê roleke hîn girîngtir jî bilihîze.

 

Dîroka Kurdistanê aşkere kirîye ku, Bakurê Kurdistanê tesîreke xwe ya girîng û esasî li ser her çar perçeyên Kurdistanê heye. Gava ku li Bakurê Kurdistanê balansa sîyasetê bê guhertin, dê tesîreke mezin li perçeyên din jî bike.

 

Em partîyên Bakurê Kurdistanê divê bi vê hişmendî û hişyarîyê li xebatên xwe û li girîngîya hêzeke xurt ya Kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê binerin.

 

Ji ber wê jî damezrandina PAKê li Bakurê Kurdistanê gelekî girîng e; lê ya girîngtir jî ew e ku, em partîyeke hîn xurtir bikaribin bi hev re bihûnin.

 

Bi vê perspektîfê ez dixwazim di 4 salîya PAKê de bi kurtayî behsa PAKê bikim.

pak2-001.jpg

 

--PAK navê ekoleke nû ye--

 

Damezranêrên PAKê ew kadro bûn ku bi salan di reya azadîya Kurdistanê de keda wan hene; lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe partîyeke nuh e.

 

PAK di 4 salan de, li gel hemû kêmayî û pirsgirêkên xwe jî, bi ekola xwe, bi şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ve di siyaseta Bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.

 

Helbete ku dikarîbû hîn baştir, xurtir û mezintir bûya. Lê ewqas ji destê me hat; kêmayî û xeletî jî, serkeftin û pêşketin jî yên me ne.

 

PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî(Kurmanci û Dimilî) di temama daxuyanî û nivîsên navxweyî de zimanê resmî yê PAKê bûye.

 

PAK roja Çarşema Sor li gundê Êzîdiyan, Roja Aşûreyê bi Elewîyan re bû; Roja Hêkesorê li dêra xiristiyanan,di hemû Cejnên Misilmanan de bi gelê me yê misilman re bû.

 

PAK ji bo protestoya îdam kirinên ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Îranê bû, ji bo kuştina keça Kurd Ferînazê, li gelek bajarên Kurdistanê li qadan bû. Ji bo Qamişlo û Kobanê daket qadên bajaran, ji bo Şingalê daket kuçeyên. PAK li Robozikê, li Pirsûsê bû.

 

PAKê di Newroza 2015an de li ber Kela Wanê bi beşdarîya girseyeke berbiçav bi ala Kurdistanê agirê Newrozê geş dikir, Newroz pîroz kir.

 

Di şerê li nav Sûr a Amedê de gelê me zerareke mezin dît. PAKê alîkarîya xwarin, betanîyê û cil û bergan gîhand 2000 malbatên mexdûrên Sûrê.

 

PAKê ji bo referandûma serxwebûne ya li Başûrê Kurdistanê li gel partî û şexsîyetên Kurdistanî Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ava kir û gelek civîn, çalakî, konferans û hevdîtin pêk anî.

 

PAKê ji demezradina xwe heta îro, di derbarê rojên taybet yên dîrokî û serhildanên kurdan de û ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê gelek konferans, semîner û çalakî lidar xist . PAKê rola peymanên wekî Sykes-Picot û Lozane di dîroka Kurdistanê de careke din anî rojevê û helwesta xwe ya Kurdistanî di derbarê van peymanan de nîşan de. Wekî sembola netewî di hemû çalakîyên xwe de PAKê Ala Kurdistanê liba da û wekî prensîb, çalakî û civînên xwe bi sirûda netewî ‘’Ey Raqîb’’ê destpêkir.

 

PAK li welatên Ewrûpayê jî bi çalakî, rêxistin û xebatên xwe ve bûye deng û rengekî nû. PAKîyên Ewrûpayê li gelek welatan bûne nimûneya PAK a ku em tarîf dikin.

pak3-001.jpg

 

--PAK partîya fedekarên Kurdistanê ye--

 

Bi aborîya xwe, bi afirandina sîyaseta xwe, bi rêvebirina xwe partîyeke serbixwe ye PAK.

 

PAK bes bi îmkanên endam û yên alîgirên xwe heta îro bi awayekî mutewazî bi kujekî barê doza azadîya Kurdistanê girtîye, lê di eslê xwe de bûye dengê bi milyonan bêdengên li Bakure Kurdistanê.

pak4-001.jpg

PAK berdawîmîya ked û xebata tradîsyoneke 200 salî ye

 

PAK dîrokê ji xwe nade destpê kirin, bi xwe jî naqedîne; rêzê li hemû ked û xebatên ji bo doza azadîya Kurdistanê digire û lê xwedî derdikeve.

 

Ji ber vê yêkê jî, PAKê got em partîyeke 200 salî ne. Got em ne partîya ji nû ve jîndar kirina tu tradîsyonan ne. Got em berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ne. Got hemû tradîsyonên keda wan di doza azadîya Kurdistanê de hene , em berdewamîya wan in.

 

PAKê di roja ewil de sîyaseta xwe ya tifaq, dîyalog û yekitîyan li ser vê prensîbê ava kir: ’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin tifaqan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’’. Vê rêbazê jî wekî perçeyeke şexsîyeta PAKê, di nav sîyaseta Kurdistanê de cîhê xwe girt.

 

PAKê ji roja ewil heta îro her got, ne serokê me, ne rêveberîya me, ne navê me, ne ‘’xetên sor’’ in ji bo me. Di rêya yek kirina potansîyela azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî de, got em ji hemû fedakarîyan re amade ne.

 

PAKê ji xeta xwe ya azadîxwaz ya Kurdistanî tawîz neda û di hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çirîya paşîn a 2015an û di hilbijartina 24ê hezîrana 2018an de helwesteke bi şexsîyet danî. Ji bo çend parlamenteran bidest bixe bername û sîyaseta xwe binpê nekir, neket nav tifaqên xelet. Partîya ku di vî warî de serbilind e, bi rûyekî sipî li holê ye bêyî teredut PAK e.

 

PAKê li himberî şerê ku berdewame, bêyî teredut helwest girt û got ‘’Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’’. PAKê ji Dewleta Tirkîyê re got bi şer û kuştinan tu yê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire; ji PKKê re jî got, ‘’ev şer, ev xendek û barîkatên li nav bajaran zerarê dide gelê me, dide welatê me’’. Îro jî her li ser vê sîyasetê dimeşe.

 

PAKê siyaseta xwe li ser xeletîyên hinekan û li ser dijminatîyê nemeşand. Got ‘’ez divê xwe bi xwe tarîf bikim û behsa xwe bikim; ne ku li ser xerabîyên hinekan xwe tarîf bikim’’. PAK xwe bi xwe tarîf dike, xwe bi hinekên din tarîf nake. PAKê di bi pratîka xwe ya heta îro jî ev yeka nîşan daye.

 

PAK di berfireh kirina pirrengî û pirdengîya sîyaseta Bakurê Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.

 

PAK piştgirê destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye, piştgirê îradeya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye; piştgirê destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ye, têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe dizane. Li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî û tifaqên netewî ye PAK.

 

PAKê got ez partîyeke Kurdistanî me. Lê li gorî texmînan ji 25 milyonan zêdetir Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê dijîn; ji vî 25 milyonî, li dora 10-12 milyonê wê li Tirkîyê ne. Ji ber vê rastîyê û ji ber pêwîstîya gelê me yên li Bakur û li Tirkîyê dijîn, PAKê got helbete ku doza azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyê jî me eleqedar dike. Lê pirsa Kurdistanê nabe ku bes bi pirsa demokrasîya Tirkîyê ve bê girêdan.

 

PAK dibêje bingeha xebata me li ser hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye; em ji bo Kurdistanê mafê çarenûsîyê dixwazin, mafê xwe bi awayekî azad li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî îdare kirina gelê Kurdistanê dixwazin (çi federalî, çi konfederalî, çi serxwebûn).

pak5-001.jpg

PAK dibêje di konjonktura heyî de em çareserîya federalî ya li ser şirîkatîya miletê Kurd û miletê Tirk, ya li ser bingehê şirîkatîya du welatan, ya bi du parlamento û du hikûmetan çereserîyeke guncaw e.

 

--PAK dibêje ‘’Azadi ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’--

 

PAK partîya girseyî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û civakî yên li Bakurê Kurdistanê ye.

 

PAK ji bo ku azadî, demokrasî û edaleta civakî ji bo hemî beşên civatê, ji bo hemû etnîsîte, ol û mezheban, li Kurdistaneke azad de bibe reng û şiklê jiyan û rêvebirîyê, dê têkoşîneke berdewam bidomîne. PAK dibêje ’’Azadi ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’.

 

PAK ne bi şîdet û tûnd û tûjîyê, lê bi rêyên sîyasî û demokratîk, bi bêîtîadîya sivîl dixwaze mafên netewî û demoratîk yên miletê Kurd û azadîya Kurdistanê bidest bixe . PAK bi xwe jî gaveke bêîtîadîya sivîl e.

 

PAK dibêje ji bo birêxistin kirina civata Bakurê Kurdistanê, ji bo ku gênc û jin bibin xwedîyê partîyê, dive rê û rêbazên nuh û hevdem ku li gel tevna civata me bigunce bêne peyda kirin.

 

PAK dibêje em ne temeşevan an jî şîrovekarên rewşa Kurdistanê ne; em aktorên esasî ne ku bikaribin vê ‘’qedera miletê xwe’’ biguherînin.

 

PAK dibêje bingeha pêşketinê xebat e, xebat e, xebat e.

 

Ji bo Partîyeke hîn xurtir divê hemû partî, grûb û dor û ber û take kesayetîyên wek PAKê, nêzî PAKê difikirin jî, milê xwe hildin û hîn aktîftir , ji bo pêkanîna vê pêwîstî û projeyê bixebitin. Divê em bibînin ku her wexteke ku em bi vî rengê belavela wenda dikin, di eslê xwe de sebebê paşve xistina azadîya welatê me ye.

 

PAK li Bakurê Kurdistanê , avakirina tifaq û hevkarîyên li ser bingehê hişmendîyeke netewî, niştimanî weke wazîfeyeke xwe ya dirokî, netewî dibîne.

 

PAK bi ehlaq û kûltûra xwe bûye deng û ekoleke nû û berhemên vê ekolê di pêşeroja gelê me de dê xwe dîyar bike.

 

Hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê, li gel van hemû şerdên zehmet yên îroyîn jî bi awayekî wîcdanî, bêalî û xwerexnegir, divê li hemû kêmayî û xeletîyên xwe mikur bên û ji bo wê PAK a ku em behs dikin di jiyanê de bikaribe reh berde, divê em li xwe vegerin û rêyên çareserîyê ji kêmanî û xeletîyên xwe re bibînin. Divê em bizanibin ku pêwîstîya gelê me ji wê PAK a ku em terîf dikin heye; lê em hîna jî negihîştine wê astê.

 

Ji bo ev kadroyên bi tecrûbe bikaribin bi dînamîzma gêncan, bi ruhê xebatkar û birêxistinkirinê yê jinan ve bibin yek; ji bo ku PAK di nav hemû beşên civatê de tevnê xwe bikaribe bihûne, divê em gelek tiştan ji nû ve binirxînin, di vê derbarê de sebebên biserneketina xwe tesbît bikin û li gorî wê rêyên çareserîyê peyda bikin.

pak6-001.jpg

Bi vê hişmendîyê ez spasîya hemû kadroyan dikim ku di damezrandina PAKê de û di gîhandina heta vê rojê ya PAKê de keda wan heye û dibêjim 4 saliya PAKê li rêvebir, endam, piştgir û dostên wê û li gelê Kurdistanê pîroz be.

18.10.2018

 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin