MUSTAFA OZÇELÎK: DADGEHÊ JI BER HEBÛNA 'NAV Û ZIMANÊ KURDÎ' PAK KIR 'NIJADPEREST'

MUSTAFA OZÇELÎK: DADGEHÊ JI BER HEBÛNA 'NAV Û ZIMANÊ KURDÎ' PAK KIR 'NIJADPEREST'

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, hevpeyvînek da Ajansa Mezopotamyayê û got, madeya derbarê hebûna kurdan û zimanê kurdî ya di rêziknameya PAKê de wekî "nîjadperestiyê" hatiye wesifkirin.

A+A-

Weku tê zanîn, Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind, di derheqê her çar partîyên PAK, PSK, PDK-T û KKPyê de doza girtinê vekiribû û berîya dozê hişyarnameyek ji PAKê re şandibû ku nav û rêziknameya xwe biguherînin û piştî dozê jî navê PAKê ji lîsteya partîyên sîyasî hatibû derxistin.

Li ser vê mijarê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand û got madeya der barê hebûna kurdan û zimanê kurdî ya di rêziknameya partiya wan de wekî "nîjadperestiyê" hatiye wesifandin ku ev nêzîkatiyeke siyaseta antî kurd e.

Ozçelîkî bale kişand ku di dema hilbijartinê de ev doz xistin rojevê û wisa pê de çû: "Dewleta Tirkiyeyê, di 4-5 salên dawî de paradîgmaya xwe li ser siyaseteke antî kurd ava kiriye. Tenê ne li Kurdistana Bakur, li Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr jî heman siyasetê bi rê ve dibe. A rast dibêje 'Divê li tu devera cîhanê kurd nebin xwedî maf û statuyekê.' Stratejiya nû ya dewleta Tirkiyeyê ev e. Û her tişt li gor vê yekê tê organîzekirin." 

Ozçelîk, diyar kir ku di îdianameya ji wan re hatiye şandin wiha hatiye gotin: "Li Tirkiyeyê, hûn ji bilî neteweya tirk neteweyeke kêmbar diafirînin û hûn ji bilî tirkî behsa zimanekî din dikin. Ji xeynî tirkî, behsa perwerdehiya bi zimanekî din nîjadperestî ye." Ozçelîk, destnîşan kir ku ji ber ew behsa zimanê kurdî û neteweya kurd dikin, bi nîjadperestiyê tên tawanbarkirin û got: "Me bersiv da. Kesên 96 sal in kurdan nahesibînin û tune dikin, nîjadperest in. Pirsgirêk tenê ne navê Kurdistanê ye. Di rêziknameya partiya me de, behsa mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya kurdan tê kirin. Ji ber em dibêjin, divê ji bo vîna gelê kurd rêzgirî hebe, doza girtinê vekirin. Ji ber me behsa kurdan kiriye, ev yek ji bo girtinê bûye hincet. Em bi rewşeke ev qas wehîm re rû bi rû ne." 

Ozçelîk, destnîşan kir ku ew di dozê de hem parastineke hiqûqî hem jî ya siyasî bikin û wê PAK, navê partiya xwe, rêzikname û bernameya xwe neguherîne. Ozçelîk, bilêv kir ku girtina partiyên di navê wan de 'Kurdistan' heye, pêkanîneke bêhiqûqî ye û li dijî mafên mirovan, azadiya fikr û ramanê ye. Ozçelîk, diyar kir ku divê hebûna gelê kurd, zimanê kurdî bê qebûlkirin û got: "Em bang li Dewleta Tirkiyeyê dikin ku divê dev ji vê feraseta paşverû berde û ji bo pirsgirêk di çarçoveyeke demokratîk de bên çareserkirin divê gavina bavêje." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin