• Diyarbakır 21 °C
  • Batman 20 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 20 °C
  • Ağrı 14 °C

Mustafa Özçelîk bû mêvanê KRG-Swêdê

Mustafa Özçelîk bû mêvanê KRG-Swêdê
Serokê PAKê roja 7ê îlonê serlêdana Nûneriya Herêma Kurdistanê kir. Berpirsê nûnertiyê Şoreş Qadir bi germî pêşwaziya Özçelîk û heyeta wî kir.

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Özçelîk roja dawîn li Swêdê bû mêvanê Nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê. Nûnertiya Herêma Kurdistanê di praktîkê de wezîfa konsolosxanê dike. Berpirsê nûnertiyê Şoreş Qadir tevî karmendê xwe pêşwazî Mustafa Özçelîk û heyeta wî kir. Di heyetê de berpirsên PAK-Swêdê Nîhat Akar, Nîmet Mumtaz Aydin û nivîskar-lêkolîner Mahmûd Lewendî hebû. Di hevdîtinê de berpirsiyarê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan Samîr Amîn û hevalekî xwe jî hazir bû.

Şoreş Qadir xêrhatina Serokê PAKê Mustafa Özçelîk kir û bi kurtasî qala rewşa Kurdên Swêdê û kar û xebatên nûnertiya KRG kir. Mustafa Özçelîk jî bi spasiya dawetkirinê dest bi axaftina xwe kir û qala rewşa bakurê Kurdistana û seyheta xwe ya ji bo Îngilîstanê û Swêdê kir. Hevdûdîtin sohbetek înformatîf û xweş û germ derbas bû.

 

Ev nûçe 2725 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din