Mustafa Karasu nehişt tifaqa HDP û Partiyên Kurdistanî çêbibe

Mustafa Karasu nehişt tifaqa HDP û Partiyên Kurdistanî çêbibe

Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gul namzed û nebûna tifaqê şîrove kir.

A+A-

Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mehmet Gul di roportaja xwe ya digel Sputnik Kurdistanê de meseleya kamburiya namzedên çepgir li ser HDPê nirxand û got:

"Di rojên dawî de gelek nîqaş û nivîsên ku çepên tirk li ser pişta HDPê kambur e hatin kirin. Ev mijar ji aliyê mamosta Îsmaîl Beşikçi û Vahap Coşkun jî hat nirxandin. Kambur çi îfade dike? Ma ne barekî ku nayê xwestin îfade ne. Li gor qenaeta min têkiliya HDPê bi çepên tirk re ne têkiliyeke ku neyê xwestin e. Tam berovajî wê tevgera bi çepên tirk re daxwaza herdu aliyan e."

 

‘EV PROJEYA TIRKIYEYIBÛNÊ YE'

Siyasetmedarê kurd Mehmet Gul di axaftina xwe de ji bo hevkariya çepên tirk bi HDPê re got: "Di meseleya polîtîkayên dewletê de, yanî di polîtîkaya asîmîlekirina kurdan de bi zanbûn çepên tirk hatiye hilbijartin. Çepgir ji vê meseleyê re bûne wesîte. Vê wek pêçeka siyasetê bikar tînin. Jixwe ne mimkin bû bi awayekî din pêk bihata. Ev siyaseta sereke ya dewlêtê ye û dewlet van çepgiran di projeya kurdan a tirkbûn an jî bi zimanekî din Tirkiyeyibûnê de bikar tîne û biser jî ket. Mînaka vê herî berbiçav jî namzed nîşanda birêz Erol Katircioglu ye. Her çi qas ji cihekî ku were hilbijartin nehatibe nîşandan jî ew mimar û xwediyê teza Tirkiyeyibûnê ye. Me ev mijar bi Katircioglu re jî xeberda. Dibe niyeta wî cuda be, lê di pratîkê ev asîmîlekirina kurdan a Tirkiyeyibûnê bê navber dewam kiriye. Ev ji projeya Tirkiyeyibûna kurdan pêve ne tiştekî din e. Lewma em dibêjin ev ne kambur e, hevkariyeke bi zanebûn hatiye kirin e."

 

‘KARASU BI DAXUYANIYA XWE TIFAQ ASTENG KIR'

Rewşenbîrê kurd Mehmet Gul berdewamiya axaftina xwe de sedema yekser a nebûna tifaqa navbera HDP û Partiyên Kurdistanî nirxand û got: "Gelek sedemên ku pevajoya tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re biser neket hene. Dibe hinek kesên nava HDPê nexwestibû ev tifaq pêk were, dibe ji aliyê dewletê ve nehatibe xwestin. Herwiha dibe ji hinek aliyên partiyên siyasî jî ev tifaq nehatibe pejirandin. Li gor me faktora sereke ya nebûna tifaqê ku em dizanin daxuyaniya endamê rêvebiriya navendî yê PKKê Mustafa Karasu ye. Karasu di daxuyaniya xwe de tifaqa Partiyên Kurdistanî bi beşên din re erênî dinirxîne, lê tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re şaş bi nav dike, li dijî wê derdikeve û dibêje ‘divê ev tifaq pek neyê'.

 

‘PIŞTÎ DAXUYANIYA KARASU HDPÊ TEKILI BIRÎN'

Gul di dirêjiya axaftina xwe de got: "Çimkî li gorî Karasu HDP partiyeke Tirkiyeyiye ku kurd jî dengê xwe didinê, ne partiyeke kurd e û lewma tifaqa navbera Partiyên Kurdistanî û HDPê rast nabîne û ev bi eşkere got. Piştî daxuyaniya Karasu ya li dijderketina tifaqê têkiliya HDPê bi Partiyên Kurdistanî re bi carekê re hat birîn. Tesîra herî mezin a nebûna tifaqa Partiyên Kurdistanî bi HDPê re ev daxuyaniya Mustafa Karasu ye. Dibe mudaxele û bandora hinek tiştên ku min li jor navên van jimartin jî hebe, lê mudaxeleya sereke ya nebûna tifaqê daxuyaniya Karasu ye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin