Muslim: Neheqiyê li me dikin

Muslim: Neheqiyê li me dikin

Salih Muslim di gotara xwe de lijneya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê navbeynkariyê dike, rexne kir ku ew ji bo hevdîtinên Cenêvê nevexwendine.

A+A-

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê nevexwendina TEV-DEMê bo Cenêvê de got, neheqiyê li me 

Hevserokê PYDê Salih Muslim ji bo rojnameya New York Timesê ya amerîkî gotarek 

Salih Muslim di gotara xwe de lijneya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê navbeynkariyê dike, rexne kir ku ew ji bo hevdîtinên Cenêvê nevexwendine.

Muslim amaje kir ku têkilêpênekirina Kurdan neheqiyê û got, heger mebest li Sûriyê bicîkirina demokrasiyê ye, ew helwesta lijneya NYê şaş e û wiha domand: “Sedema bingehîn a vê bêdadiyê ew e ku Tirkiyê îdia dike ku heza leşkerî ya Rojava YPGê û PKKê heman rêxistinin.”

Muslim ragihand: “Herdu kom jî kurdên lê Şerê YPGê ne bi Tirkiyê re ye û ew ligel hevalbendên ereb û bi piştgiriya hêzên heypeymaniya navneteweyî şerê DAIŞê dikin.”

Muzakereyên Jenêv-3 ên di navebra şandên Dijbere û Hikûmeta Sûriyê de bo çareserkirina kirîza Sûriyê ku bi serpireştiya Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) li Sûriyê Staffan de Mistura ji 14ê Adarê ve dest pê kir, pêkanîna hikûmetek veguhêz û xwedî desthilat bi armanc girtiye.

Gera yekem a gotûbêjên Jenêvê ji 14ê Adarê des pê kir û di roja 24ê Adarê de bi dawî bû. 

Herwiha biryar e gera seyam a muzakereyên Jenêv-3 îro dest pê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin