Muslim: ”Em ê Efrîn û Kobanê bigihînin hevdû”

Muslim: ”Em ê Efrîn û Kobanê bigihînin hevdû”

Muslim: ”Em ê Efrîn û Kobanê bigihînin hevdû”

A+A-

Li gor rojnameya El Heyat Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ragihandiye ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ku Tirkiyê lêborîn ji Rûsyayê xwestibû, li ser bernama wan tu tesîrê nake û ew ê dev ji federasyonê bernedin.

Muslim herwiha diyar kiriye ku ew ê Efrîn û Kobanê bigihînin hev du. Muslim di hevpeyvîna xwe de destnîşan kiriye ku li Rojava 3 baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene û herwiha ew baweriya xwe bi hevpeymana ku Amerîka serkêşiya wê dike tînin. Hevserokê PYD’ê aniye ziman  ku ew qebûlkirina aleke cuda bo kurdan jî tê de destûreke ku ji 85 bendan pêk tê amade dikin.

Di nûçeyê de herwiha gotinên Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed yên, “Herêma di navbera Efrîn û Kobanê di serî de, ew deverên di destê DAIŞ’ê de armanca HSD’ê ne.” tên bibîrxistin û tê gotin ku Enqere nikare tesîrekê li ser federasyona hatiye avakirin bike. Herwiha Îlham Ehmed ragihandibû ku Rûsya nayê hemberî HSD’ê kudi têkşikandina DAIŞ’ê de roleke girîng dilîze. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin