Musil him dîrokî û him jî ceografîk Kurdistan e

Musil him dîrokî û him jî ceografîk Kurdistan e

Şaxa PAKê ya Stenbolê li ser babeta duh û îro rastiya Musilê li avahiya xwe de konferansek da. Konferans ji aliyê Dr Yaşar Abdulselamoglu ve hat dayîn. Beşdarên Konferansê ji bo bîranîna şehîd Dr. Saît Çurukkaya bêdeng rawestiyan.

A+A-

PAK-Îstenbol duh (30.10.2016) li avahiya xwe ya li taxa Fatîhê bi navê ”Şerên Musilê -îmkan, rîsk û perspektîfên me” konferansek li dar xist. Konferans di bin rismê Dr. Saît Çurukkaya de ku duh di şerê Musilê de şehîd ketibû dest pêkir. Beşdarên Konferansê ji bo bîranîna şehîd Dr. Saît Çurukkaya û hemû şehîdên Kurdistanê li piya bi bêdengî rawestiyan.

Di destpêka konferansê de Cîgirê Serokê PAKê Kasim Ergun axaftinek kir. Kasim Ergun bi kurtî qala rewşa nuha ya her çar perçê Kurdistanê kir û dîtin û perspektîfên PAKê anî ziman. Li bakurê welat ji kar dûrxistin û girtina serokên şaredariyan, ji kar avêtina karkir û karmend û mamosteyan, terora li ser medyayê bi tundî protesto kir û got di demek kurt de gava yekem a bi ber çareseriyê seknandina şer e.

konferansa-musulê-3-001.jpg

Piştî kurte axafitina Kasim Ergun, beşê esasî yê konferansê dest pê kir. Mamosteyê Unîversîteya Sofyayê Dr. Yaşar Abdulselamoglu bi hûrgilî qala problema Musulê kir. Dîrok û erdnîgarî (jeografî) û demografiya Musilê raxist ber çavan. Bi giranî qala statuya Musula di dema Osmaniyan, dema Şerê Yekem yê Cîhanê û di dema peymana Lozanê û avakirina Cumhuriyeta Tirkiyê de kir. Dr. Abdulselamoglu got her çiqas bi peymanan hatiye îmzakirin jî Tirk her bi xeyala Musil û Kerkûkê dijîn, tu car ji serê xwe dernexistine, divê mirov axaftinên Erdoganî jî di vê çerçovê de binirxîne. Abdulselamoglu got Musil bi hemû awayê xwe duh Kurdsitan bû û îro jî digel bi lîstinên demografiyê, dîsa jî Kurdistan e

Dr. Yaşar Abdulselamoglu beşa duyem a axaftina xwe de rewşa îro ya Musilê û pozîsyona Tirkiyê, Îranê, helwesta Iraqê, polîtîka DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amerîka), YE (Yekîtiya Ewrûpa) û Rusyayê kir. Di vê pozîsyonê de qala îmkan û rîskên li pêşiya başûrê Kurdistanê û Hukumeta Herêma Kurdistanê kir û di vî warî de hin perspektîfan anî ziman.

Ji ENKSê Fuad Elîko û Alî Bavê Helebçe jî di nav beşdarên Konferansê de hebûn. Ji ber biçûkbûna salonê gelek kes nikaribû konferansê guhdar bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin