Muna Qehweçî: Di vê kabîneyê de gelek maf ji pêkhateyên herêma Kurdistanê re hatine dayîn   

Muna Qehweçî: Di vê kabîneyê de gelek maf ji pêkhateyên herêma Kurdistanê re hatine dayîn  

.

A+A-

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî di civîneke çapemeniyê de ragehand, naha hemû pêkhatiyên li Iraqê xwedî pirsgirêkin, bi taybet ji aliyê nûnertî û kar kirina di saziyan de, lê li herêma Kurdistanê hemû pêkhate nênertiyên wan heye li parlamentoyê û vê kabîneyê gelek maf daye pêkhateyên herêma Kurdistanê.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî îro 25.02.2021ê di salvegera rojnamevaniya tirmen ku li Parlamentoya Kurdistanê bi fermî hatiye nasîn de amaje bi wê yekê kir ku li herêma Kurdistanê gelek maf ji bo me hatine dayîn, lê hîn jî daxwazên me yên din hene, bi taybet ji aliyê rewşenbîrî û çapemeniyê ve.

Herwaha di vê derbarê de wezîrê pêkhateyan li hikûmeta herêma Kurdistanê Aydin Meirûf jî got: ‘’Naha pêkhate rol û bandora wan berfirehe di beşdariya hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de û vê jî wêneyekî cuda di herêma Kurdistanê de ava kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Em ji bo daxwazên xwe ji hikûmeta Iraqê, herêma Kurdistanê wek nimûne nîşan didin. Ji ber herêma Kurdistanê hemû mafek li berçav girtiye, ji ber gelek giringî ji pêkhateyan re hatiye dayîn, derveyî wê jî mafê rewşenbîrî û siyasî jî ji me re hatine dayîn.’’

Muna Qehweçî di bersiva pirsekî peyamnêrê BasNewsê ya derbarê pejirandina destûra herêma Kurdistanê de jî got: ‘’Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê gerek daniştinê li gel hemû aliyên siyasî daye destpê kirin û sê aliyên serekî yên pêkanînerên kabîneya nehem razîbûne ku vê dema parlamentoya Kurdistanê de guftûgo derbarê destûrê de bên temam kirin. Lê ji ber berdewamiya krîza darayî li herêma Kurdistanê û hebûna terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê carê axaftin û guftûgoya li ser destûra herêma Kurdistanê vê gavê hatiye rawestandin. Di dema derfetekî guncaw de serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li ser vê pirsê dê bê axaftin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin