Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Muhaseba xwe bi xwe wek şûrê celadê bê ujdan ne

A+A-

Her yek ji me muhaseba jiyan û serpêhatiyên kirîye…

Muhaseba hundirîn wek şûrê celadê bê ujdan ne.

Kêm kes di vê mijarê de xwedî cesaretek e.

Ev yeka gelek caran li hemberî muhaseba rasteqîn astengiyan ji derdixine...

We nizanim, lê ez bi xwe gelek caran wexta romanek, nivisek an gotarek dixwînim, li filimek mêze dikim bîranînên min êrişî xeyalên min û muhesaba min î hundirîn dike.

Bêdengî min dikuje.

Îsyanek ji dilê min li hemberî pivanên civata min derdikeve…Wek erebak ku di otobanê de bi du sedî suratê diçe, ji nişkave rastî kontrol û oto kontrolê dibe…

Ew ê çi bêjin?

Ne wexta wê ye?

Li min nakeve?

Bila anha bimîne?

Piştî wê….

Erê, piştî wê....lê umrek diherike û diçe…

Yên neheqin dibin xwedî heq û kul û derdên ku bi mirovan re dimine.

Vê êvarê min li bernamak ku mijara wê hepsa Diyarbekirê bû temaşe kir…

Pişti wê jî li facebookê rastî cend suretan bûm.

Kûr û dûr fikirîm…

Wexta mirov bi siyasetê aktif mijûl bibe helwesta mirovan çiqas xwedî azadiyek e…

Her yek ji me li hemberî vê dewletê û zilma wê sekinîye.

Gelo di nav xwe de, em çiqas bi fikrê xwe re li hev in?

Pişti hin dîmenan û jîyana me ya girtigeha Amedê ev pirs hatin bîra min: Çend kes ji me li hemberî buyerên jêrin eşkere fikra xwe nivîsandiye.

Siyaset û kiryarên tarixa nêz

Siyaset û girtigeha Amedê

Siyaset û samimiyet

Siyaset û ujdan

Siyaset û prensib

Siyaset û durûtî

Siyaset û hevalê xwe birçî hiştin

Siyaset û “Amigotî”

Siyaset û helwest

Siyaset û otorite nasnekirin

Siyaset û herkesî îdare kirin

Siyaset û qehremanî

Mirov kare bi dehan tişên din lê zêde bike…

Ya herî girîng siyaset û xeyal şikestine.

Kesên ku di rewşên rehet de xwe wek qahraman nîşan didin piştî salên dûrûdirêj mirov dibîne ku ew “qehremanê sexte” çawa xwe kuştiye.

Ya herî mirovan diêşine figûranên ku bê ku haya wan ji tarîxa wan hebe qîmetek didin vî “qehremanê sexte”

Mala min ê hafiza hin kesan çiqas ”dişibe yên mahsiyan.”

Ax…Zimanê wê hepsa Diyarbekirê hebûya û bipeyivîya ku me çi zilm li hev kiriye.

23. 10.2016

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar