Mûharrem Înce: Ez ji namzetiya serokamariyê vekişiyam

Mûharrem Înce: Ez ji namzetiya serokamariyê vekişiyam

.

A+A-

Namzetê hilbijartina serokomariyê Mûharrem Înceyî gotiye ku “Ez xwe ji namzetiya Serokomariyê vedikişînim. Ez vê ji bo welatê xwe dikim. Me xwest rêyekê vekin, em bi ser neketin. Bila mehneyên wan neminin.”

Namzetê hilbijartina yê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleket Mûharrem Înceyî îro civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku ew ji namzetiyê vekişiyaye.

Înceyî li ber avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye:

“Ev 40 sal in ez di siyasetê de têkoşînê dikim. Min hewl da ku ez ti carî mafê ebdan nexwim. Min ji şaşiyan re got şaşî û min ji rastiyan re jî got rastî.

“Dibe ku di van 40 salan de min neheqî li hin mirovan kiribe an jî hin kesan neheqî li min kiribin. Lê tiştên ku min di van 45 rojan de dîtin, min di 45 salên dawiyê de nedîtin. Dekontên sexte, cîpên sexte, hevlingên ku nînin, dîmenên ku nînin…

“Ji malpera pornoyê dibire û dixe wir û (endamên) FETOyê vî tiştî dikin. Lê mixabin hin li ser navê mixalifiyê vî tiştî dikin. Di dîroka Komarê de bi vî rengî pêleke buxtanan nehatiye dîtin.

“45 roj in ez li ber xwe didim, niha jî di dawiyê de vî tiştî dibêjin; ew nikare xwe vekêxe, ji Qesrê pere hilgirtine.

“Ez bang li wan kesan dikim ku dibêjin, wî ji Qesrê pere hilgirtine, nikare xwe vekişîne. Ez ji van dek û dolaban, ji van dekontên sexte natirsim. Ez xwe ji namzetiya serokomariyê vedikişînim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin