MSD: Navçeyên bi xwînê hatine rizgarkirin radestî rejîmê nakin

MSD: Navçeyên bi xwînê hatine rizgarkirin radestî rejîmê nakin

Hin zanyarî belav bûne, ku, MSD û HSD dê hinek navçeyên bin kontrola xwe radestî hikûmeta Sûriyê bikin, lê belê serkirdeyê MSDê Hesen Mihemed Elî wan zanyariyan red dike û dibêje, navçeyên ku bi xwînê hatine rizgarkirin, nabine cihê bazaran.

A+A-

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê, Hesen Mihemed Elî behsa hinek hûrgiliyên wan civînan kiriye, ku di navbera şanda wan û şanda hikûmetê de hatin gotûbêjkirin.

 

Elî tekez kir, ku ti civîn û hevdîtinên nû di navbera herdu aliyan de nehatine kirin û got ku nûçeya serdana şandeke din ji bo Şamê, ji rastiyê dûr e.

 

Elî herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku di hevdîtina Şamê de herdu aliyan lihev kirine, ku komîteyek ji aliyê MSDê û komîteyek ji aliyê hikûmetê ve bêne damezrandin ji bo şopandina mijarên girêdayî Rêveberiyên Xweser û Rêveberiya Xwecihî. Ew komîte dê pêşniyarên xwe ji bo aliyên pêwendîdar, pêşkêş bikin. Ew jî bi mebesta gihiştina bi lihevkirinekê, di navbera herdu aliyan de.

 

 

Hesen Mihemed Elî destnîşan kiriye, ku ew çareya krîza Sûriyê di diyaloga siyasî de dibînin. Herwiha dibîne, ku MSD aliyê sereke ye di destpêşxeriya çareseriya krîza Sûriyê de, di heman demê de, hevdîtinên MSDê ligel hikûmeta sûrî weke gaveke erênî dinirxîne.

 

Derbarê gotina ku HSDê û MSDê hinek navçe radestî hikûmetê kirine, serkirdeyê MSDê got, ku navçeyên bi xwîna wan hatine rizgarkirin, nabine cihê bazaran û wan ligel ti aliyekî danûstandin li ser vê mijarê nekiriye. Tekezî li ser berdewamiya hevdîtin û diyalogê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin