MSD: Em Rojhilatê Firatê bi rêkeftinên xwecihî radestî rêjîmê nakin

MSD: Em Rojhilatê Firatê bi rêkeftinên xwecihî radestî rêjîmê nakin

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed got, em qebûl nakin herêmên rojhilatên Firatê wekî Der'a û Humsê radestî rêjîma Sûriyê bikin.

A+A-

Îlham Ehmedê di hevpeyvîna ligel rojnameya Şarqû'l Awsat a çapa Londonê de, li ser serdana şanda rêveberiya Rojava ya Moskowê ragihand, wan ji berpirsên Rûsî re tekez kiriye ku ew bi çareseriya siyasî re ne û wan nexşerêyek pêşkêşî Rûsyayê kiriye û berpirsên Rûsî soza lîstina roleke erênî di navbera hikûmeta Sûriyê û MSDê de dane.

Îlham Ehmedê bal kişand ser ku heger hikûmeta Sûriyê dixwaze bi riya têgihîştinên xwecihî wek Der'a, Hums û Xûtayê serederiyê bi herêma rojhilatê Firatê re bike, ev yek ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û got, “Ji ber ku ew der xwedî taybetmendiya Rêveberiya Xweser in û ji navçeyên din cuda ne û xwedî hêzeke leşkerî ya rêkxistinkirî ne.”

Di derbarê hevdîtinên şanda MSD yên li Şamê yên Tîrmeha 2018an Ilham Ehmed diyar kir, ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk re civiyane û projeya xwe pêşkêşî rêjîma Sûriyê kirine û komek mijar wek destûr, serweriya Sûriyê, al û serok û artêşê gutûbêj kirine.


Ehmedê got, 'Me ji Elî Memlûk re tekez kiriye heger ne ji qurbaniyên şervanên YPG û HSDê bûya û rûberên fireh ji destê DAIŞê rizgar nekirina dê Sûriye di sala 2014 û 2015an parçe bibûya û bihata dabeşkirin.'

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê ji destnîşan kir, heger ew bi rêjîma Sûriyê re gihîştin lihevkirinekê û mafên pêkhateyên li rojhilat û bakurê Sûriyê hatin parastin û rêjîma Sûriyê li Rêveberiya Xweser mikur hat, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amade ye tevlî artêşa Sûriyê bibe û ti niyaza wan a damezrandina artêşeke serbixwe nîn e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin