MSD: “Em ji xweseriyê kêmtir qebûl nakin!”

MSD: “Em ji xweseriyê kêmtir qebûl nakin!”

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ahmed piştî ku hinek hevdîtin bi Rejîma Sûriyê re pêk anîn got ku em li Bakûrê Sûriyê ji xweseriyê kêmtir tiştekî qebûl nakin.

A+A-

Hate ragihandin ku Şandeya Konseya Sûriyeya Demokratîk, daxwaza reformeke destûrî ya ku ji bo kurdan xweseriyê pêşbînî dike, kiriye lê şandeya rejîmê ev daxwaz red kiriye.

Berpirsekî Konseya Sûriyeya Demokratîk, behsa hevdîtina ligel Şamê ku heftiya bori pêk anîbû ji Reutersê re kir û got di hevdîtinê de xweseriya kurdan digel rejîmê re hate gotûbêjkirin. Hevseroka MSDê Îlham Ehmed, li ser mijarê got ku şandeya rejîmê ev daxwaza wan qebûl nekiriye.

Li ser mijarê Îlham Ahmed got ku di hevdîtinan de bi gelemperî em li ser sekinandina şerên li Sûriyê û bi taybetî jî li ser xweseriya Rojavayê Kurdistanê sekinîn.

Îlham Ahmed wiha berdewam kir: “Huqûqnasên Rojavayî jî tevlî hevdîtinê bûn û em li ser makezagona jî Sûriyê sekinîn. Me ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xweserî xwest. Lê belê em dibêjin qey pêvajo wê dirêj bidome. Yanî belkî çend salan dewam bike. Ji bo axaftina hinek tiştan hê zû ye, lê belê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji xweseriyê kêmtir em naaxivin. Ji xeynî vê tu rêyên dî nîn in.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin