MSD: Amerîka gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake

MSD: Amerîka gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake

Nûnera Encûmena Sûrya Demokrat li Washingtonê Sînem Mihemed ragihand, ku Amerîka merc û gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake.

A+A-

Sînem Mihemed diyar kir, ku Amerîka dev ji Sûriyê bernade wekî ku dev ji Iraqê berda û ew ê bimîne heya vegera aramiyê û peydakirina rewşeke guncayî, ku xelk karibin bi ewlehî bijîn. Ji ber vê jî, Amerîka hejmara berpirs û pisporên xwe li Rojhilata Çemê Firatê zêde kiriye.

Di derbarê rewşa Minbicê de Sînem Mihemed got: Merc û gefên berdewam ên Tirkiyê, ne cihê razîbûna Amerîkayê ne û Amerîka nahêle hêzên Tirkiyê bi tena xwe derbasî Minbicê bibin, ji ber vê yekê jî wê ligel Enqerê dest bi gerên çavdêriyê bike.

nuri-mehmud-ypg.jpg

Li aliyekî din Peyvdarê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd ragihand, dema ku niha ew li rojhilatê Dêrezorê dawî devera di destê DAIŞê de pak dikin, ku gelek grûpên ji bajarokê Hecîn direvin û dema şanên nivistî desteser dikin, dizanin ku pêwendiya wan a cidî bi desthilat û MÎTa Tirkiyê hene.

Got jî, dema DAIŞ li Hecînê bidawî bibe, dê rê li pêşiya aramiyê bê vekirin û dê çareseriyek li Sûriyê bê çêkirin û dê nerewatiya hebûna Tirkiyê li Sûriyê bê nîqaşkirin, ji ber vê Tirkiye naxwaze DAIŞ bidawî bibe.

Di derbarê Operasyona Dêrazorê de got, hemû çekdarên DAIŞê niha li bajarokê Hecînê de kom bûne, tevî ku hejmara wan ne gelekî zêde ye, lê ew yên herî bi ezmûn in, tevî ku operasyon hinekî zehmet e jî ê dê di Hecînê de tune bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin