Moskova, Londra û Washington

Moskova, Londra û Washington

Hewara Kurdan ji Moskova, Londra û Washingtonê

A+A-

Di salên Şerê Cîhanê yê Duduyan de serekên kurd, wekî salên Şerê Cîhanê yê Yekê hêviyên xwe li ser soz û belêniyên hevpeymanan ên hatibûn belavkirin ava kiribûn. Hîç dewletekê, sozek diyarkirî ya di derbarê çarenivîsa siyasî ya kurdan de bi eşkere yan bi nehênî li gelê kurd yan bi serekatiya wan nedabû. Qazî Mihemed û serekên din ên kurd baweriyeke wan zêde bi Yekîtiya Sovyetê û hêviyeka wan a xurt bi Ragihandina Atlantîkê hebû. Li gor wan; kurd jî li ber naveroka vê ragihandina han a di warê bidestxistina azadiya gelan a ji bo çarenivîsa xwe de dikevin.

Kovara Niştimanê ya weşana resmî ya J.Kê [Komeleya Jiyanneweyê Kurdistanê] di hejmara xwe ya duduyan de di bin sernivîsa “Moskova, Londra û Washington”ê ya ji qelema ‘E Mero de wiha nivîsandiye:

“Ev hawara hemî kurdan a ji wan hersê dewledên mezin re ku ji bo rizgarî û xweşiya cîhanê şer dikin, kur û bav birayên xwe dan kuştin ku heta kur, bav û birayên neteweyên biçûk pê şad û şukir bin. Zevî û erdên xwe yên kêlayî û pirrberhem didin şewitandin û pêgeh û mal û zarokên xwe birçî dihêlin ku deşt, çiyayên beyar û hişk bibin kêlgeh/çiftlix û nebin hişkeber ku xort û kalên wan têr û tesel bibin, ew hemî karxaneyên mezin, koşk û otelên sipehî û xweşik û avahiyên xwe dikin nîşanên bombe û topan û ew didin xerakirin û wêrankirin, millet bi kêmkincî û bêxanitiya xwe razî dibin ku dezgehên wan ên qumaş, pembo û aşên wan bi aramî bigere û cew, qumaş û ar ji bo cilûberg û xwarina wan pêk bîne û bi şadî, şahî, dilxweşî û têrî di xaniyên xwe yên kox, nû û biçûk de bijîn!

Ev rewşa milê bilind yê mirovatî, insaniyet û beşeriyetê ye û dibê bibe serperwerdeya hemî dewlemendiyekê.

Xişil û xwe xemlandina mêran kirineke çak e, ne birrîn û talan, tirs û xûf e, bi dêmenekî çak û bi dil û hinaveke ji pîsî û xerabîyê dûr wan sê dewletên mezin biryar dane her bi çavekî li hemî neteweyan binêrin û nehêlin serdest bindestan bixwe û serdest zor li bindestan bike, azadî û serbixweyî ji hemî neteweyan re bê bexişandin.

Kurd jî ku yek ji wan gelên beşxwar e û zorî lê hatiye kirin, li ser vê biryarê ji azadî, serbestî û rizgariya xwe dilniya ye û qasî hemî cîhanê ji vê biryarê dilxweş e û pê îftîxarê dike: ji ber ku tu milletek wiha tûşî bindestê zulmê, sivikî û beşxwariyê nebûye.

Cîranên me: tirk, ereb û faris em di nav xwe de parve kirine û bi çavê dîlî û esîrî li me dinêrin, tu çakî ji bo me rewa nabînin û ji tu xerabiyekî di der barê me de xwe naparêzin.

Ji bo ku gav bi gav me di nav xwe de bihelînin, nahêlin em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, heta di xwendegehan de dibê axavtina me jî bi zimanê wan be, nahêlin em xwe bi xwe bi rêk bêxin, eger du kes li hev berhev bibin, bi navê siyasetê ew digirin û dikujin.

Em ji we dexaletê dikin ku we biryara jiyana serbixwe ya hemî neteweyên biçûk daye, regeza me serbest bikin: me bi tirk, ereb û farisan bidin nasîn ku heta hawara me negihîje li ber pêşkên edaleta we.

Jixwe hûn jî dizanin û dîrok jî şahidiyê dike ku kurd neteweyekî cihê ye û aîleke serbixwe û pak e, ne ereb ne tirk û ne faris e, ew namînin yek ji wan.

Kurd di tu warekî de ji wan neteweyan ku di sayeya we de azad û serbixwe dijîn, ne kêmtir in. Tîkaya me ew e me jî ji qewmên din veneqetînin û ji hemî neteweyên mezin û biçûk dilşikestî û cergbir nekin û ah û zariya wan hemî jin û zarokên bêkes û hejaran neyne ser xwe. Vê jî bizanin ereb, tirk û farisan jî tê bigihînin ku çavê kurdan vebûye û dizanin: zemanê yêksîrî û bendîtîyê nemaye, ev hemî şer û kuştin di rêya bêjeya pîroz ‘rizgarî-azadî’yê de ye û em ji nû ve naçin bin barê axa û xulamtiya tu kesekî. Çi kesê tamayê dagirkirina Kurdistanê be, lazim e ser û laşê eskerên xwe û kurdan bike pir û keştî heta ji deryaya xwîna wan û ya kurdan ber bi Kurdistana mezin derbas bibe.

Kurd[istan] gelekî mezin e, di warê darayî de welatekî mezin û bi bereket e ku bi xwîn hatiye avdan û parastin.

Gotineke kurdan a pêşiyan heye ku baweriya hemî kurdan pê heye, wiha dibêje: ‘Jin weko lê halan hatiye kirin ne wisan xweşik e, mirin jî weko lê halan hatiye kirin ne wisan nexweş e’.

Pêwist e ereb, tirk û faris baş bîr li doza me [kurdan] ya millî bikin, êdî zêde me pê ve mijûl nekin û ji me re nebêjin: deveyê nav pemboyê. Em destê xwe diavêjin we! ey hikûmetên mezin û dadperwerên cîhanê”.

_____________________

Ev gotara di kovara Niştimanê de hatîye weşandin, carek din di hejmarên 7, 8 û 9ê yên xakelêwe, banemer û cozerdanê yên sala 1323/1944ê z. û rûpelên 5-6ê yên kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.

Kurmancîya Wê: Zîya Avci

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin