Morning Star “oparasyonên terorîstan” ên hikumeta Erdogan kifş kirin.

Morning Star “oparasyonên terorîstan” ên hikumeta Erdogan kifş kirin.

Rojnameya Brîtanyayê kifş kir ku Recep Tayyîp Erdogan, bi hincetên pêkanîna êrîşên “terorîstî” ji sala 2015`an ve muxalîf û sendîkayên karkeran dike armanc.

A+A-

Rojnameya Brîtanyayê kifş kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bi hincetên pêkanîna êrîşên “terorîstî” ji sala 2015`an ve muxalîf û sendîkayên karkeran dike armanc. Ev jî nîşana destekdayîna hikumeta Erdogan ji komên terorîst re ye.

Rojnameya ‘Morning Star’ a Brîtanyayê bi bîr xist ku parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fatima Kurtulan daxwaznemeyek têkildarî lêpirsîna daxuyaniyên roja înê yên serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ku tê de got “Kesayetên payebilind ên AKP û hevalbendên wê yên MHP`ê destê wan di teqînên li Sirûc û Enqereyê de heye û der barê hikumeta AKP’ê de bi berdewamî vekirina lêpirsînê red dike.” da  parlamentoya Tirkiyê.

Lê agahiyên axaftina Davutoglu ya roja înê ku hatin belavkirin, wiha diyar dibe: “Heke der barê dosya terorîstan de lêpirsîn were destpêkirin, dê gelek welatî nikaribin derkevin pêşberî raya giştî, gelo hûn dizanin çima? Dema di pêşerojê de dîroka Tirkiyê were nivîsandin, dê navbera 1 û 7`ê Mijdarê be û ev jî demek ji demên ne guncaw e.”

Di vê demê de Davutoglu serokwezîrê welat bû. Tê zanîn ku serokatiya Davutoglu piştî hilbijartinên giştî yên ku cara yekemîn Partiya Gelan a Demokratîk 80 parlamenter qezenc kirin û bi vê yekê rê li pêşiya piranîbûna parlamenterên AKP`ê di parlamentoyê de girt.

Di dema ku partiya Erdogan ji avakirina koalîsyonê têkoşîn dike, rêzeêrîş rastî bersiva bombeyên muxalifan hat, di encamê de proseya aşîtiyê ya bêhêz ya navbera hikumetê û Partiya Karkerên Kurdistanê asteng kir.

Li Sirûcê”Pirsûs”dema ragihandina seferberiyê de da ku destekê bidine şêniyên bajarê Kobanê, di encama êrîşên terorîstan ên li bajar 33 ciwan şehîd bûn û herî kêm 109 kes jî di kombûna aştiyê ya li paytexta Enqereyê de hatin kuştin.

Sala derbasbûyî raporeke îstixbarata ewropî destnîşan kir ku”Hêzên di hundirê AKP`ê de çete bi pêkanîna teqîna xwekujî ya li Enqerayê erkdar kirin.” Her wiha raporê bi bîr xist ku bi nêzîkbûna dema hilbijartinên ji nişkave ku di 1`ê Îlonê de, di vê derbarê de tişta herî dawîn ku Erdogan dixwest, aştiya bi Kurdan re be.

Rojnameya Brîtanî têkiliyên Enqere yên di demên dawîn ji vê mehê yên bi çeteyên DAIŞ`ê re kifş kir û bi raporekê tekez kir ku terorîstan li Bakurê Sûriyê di serî de desteka xwe  ji Tirkiyê werdigirt û saziyên îstixbarata Tirkiyê bi rêya sînor re alîkarî dide wan.

Li ser vî esasî parlamenter û xizmên qurbaniyan bang li Davutoglu kir ku daxuyaniya xwe ya ku serokê MHP`ê ya faşîst Dewlet Bahçelî jî tê de beşdar bûye, şîrove bike. Di vê derbarê de di însiyatîfekê de ku xizm û malbatên qurbaniyên teqîna Sirûcê jî hatibûn vexwendin, hate pirsîn ku “Ji ber çi em mirin û em kirin armanc?”

Davutoglu bersiva tawanbariyên Erdogan di salvegera 18`mîn a damezirandina AKP`ê de da û wiha got: “Heke em dosyayên têkoşîna li dijî terorê vekin, dê gelek kes ji çavên welatiyan bikevin.”

Çavkaniyên Tirkiyê diyar kir ku daxuyaniyên Davutoglu qesta dosyaya têkoşîna  li dijî terorê ya dema navbera hilbijartinên Almaniya ya di 7`ê Mijdara 2015`an û biryara Erdogan a dubarekirina hilbijartinên di 1`ê Îlonê de be, ev jî dê piştî bidawîkirina proseya aştiyê be. Tê zanîn ku HDP`ê ji hilbijêrên li Almanyayê zêde deng bi dest nexistin.

Davutoglu ku piştî 6 mehan ji dubarekirina hilbijartinan, ji serokatiya AKP`ê îstîfa kir û got: “Di pêşerojê de dîroka di navbera 7`ê Mijdara 2015`an û 1`ê Îlona 2015`an de, dê xeternaktirîn û aloztirîn demên siyasî yên dîroka Tirkiyê were bibîrxistin.”

Her wiha destnîşan kir ku bûyera di navbera 6-8 Îlona vê salê de, sedemeke ji sedemên pêkneanîna diyalogên aştiya bi Kurdan re bû û wiha got: “Ev bûyer ji bo çawaniya têkbirina diyalogên aştiya bi Kurdan re, rêbazek bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin