Morales Îro ji Arjantînê Vegerîya Bolîvya

Morales Îro ji Arjantînê Vegerîya Bolîvya

.

A+A-

Serokê berê yê Bolîvya Evo Morales, ku ew salekê li sirgunîyê bû, îro Duşemê vegerîya welatê xwe, piştî ku endamekî partîya wî wek serok hate hilbijartin.

Morales, ku nêzî 14 salan seroktîya Bolîvya kiribû, serokê yekê yê ji gelên resen yên wî welatî ye.

Morales îro ji Arjantînê hate Bolîvya, piştî ku di bin pêşengîya Serokê Arjantînê Alberto Fernandez merasîmeke oxirkirinê ji wî re hate kirin.

Ew di Mijdara 2019’an de, piştî ku çavdêrên navnetewî gotibû ku di hilbijartinê de sextekarî û nerêkûpekî hatine kirin, ji Bolîvya derketibû.

Serokê niha Luis Arce di hilbijartina Cotmehê de bi ferweke mezin serketî bûbû û do Yekşemê wek serok sond xwaribû û bi fermî dest bi kar kiribû.

Di merasîma sondxwarinê de serokên Arjantîn, Paraguay, Kolombîya û Îspanya û karbidestên payebilind yên Şîlî, Îran û hikûmeta Nicolas Maduro ya Vanezuela amade bûbûn.

Serokê nû yê Arce gotibû ku Morales wê di hikûmeta wî de ti rolekê nelîze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin