Moleta 45 rojan ji hikûmet û Parlamentoya Iraqê re tê dayîn

Moleta 45 rojan ji hikûmet û Parlamentoya Iraqê re tê dayîn

Ji alîyê 12 partî û alîyên sîyasî yên Iraqê ve rêkeftinek ku navbera xwe de îmza kirin û moleta 45 rojan didin Adil Ebdulmehdî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor wê rêkeftina ku 12 alîyên sîyasî yên Iraqê îmza kirine, daxwaz dikin serokwezîr Adil Ebdulmehdî guhertinê di kabîneyê de bike, herwaha komîsyoneke nû ve hikûmet pêkbê, yasaya helbijartina parlamentoyê bê sererast kirin û tekoşîn li dijî gendelîyê bê kirin.

Malpera El Erebîye belav kir, nav wan alîyên ku rêkeftinê de beşdar in, Nesr, Fetih û Hîkme alîyên herî dîyar in. heta dawîya salê molet dane hikûmeta Adil Ebdulmehdî ku sozên xwe bicîhbînin û eger nekarin sozên xwe bicîhbînin wê demê dê bawerî ji wan bê standin.

Herwaha heta dawîya salê molet bi encûmena nûnerên Iraqê re jî hatîye dayîn ku ew yasayên tên daxwaz kirin, bên sererast kirin ku ew bangeşeya wê dikin û şeqam daxwaza guhertinê tê de dikin. Ji ber wê eger parlamento nikaribe wan yasayan derbixe, ew dê daxwaza helbijartina pêşwext bikin.

Li gor heman rêkeftinê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û sazîyên ewlehîya Iraqê berpirsin ku wan alîyan destnîşan bikin ku di revandin û kuştina xwepêşanderan de beşdar bûne. Herwaha çalak kirina dadgeha taybet ên derbarê gendelîyê û bilez tometbaran bi dosyaya gendelîyê ve bişîne pêş dadgehê.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin