Mogherini: YE li ser rêkeftina digel Îranê re dimîne

Mogherini: YE li ser rêkeftina digel Îranê re dimîne

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîka Mogherînî radigihîne, Yekîtiya Ewropa li ser rêkeftina atomî ya bi Îranê re dimîne û dê hewla parastina wê peymanê bide.

A+A-

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîka ya vekişîna ji rêkeftina atomî, Federîka Mogherînî li paytexta Îtalya Romayê got, Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Serokê Amerîkayê nîgeran e û da zanîn, ku rêkeftina etomî ji bo ewlehiya navçê, Ewropa û tevahiya cîhanê pêwîst e.

Mogherînî got: “Rêkeftina atomî aramanca xwe ya gerentîkirina pêşnexistina programa atomî ya Îranê dike û Yekîtiya Ewropa li ser mana wê rêkeftinê rijd e.”

Mogherînî peyamek arasteyî berpirsên Îranê dike û dibêje: “Rê nedin kesekî vê rêkeftinê hilweşîne. Ev rêkeftin ji encama serkeftineke dîplomasî hatiye encamdan. Emê bi hev re û bi civaka navdewletî re parastina vê rêkeftinê bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin