Mogherini 'Êrîşa ser Efrînê' bi tundî rexne kir

Mogherini 'Êrîşa ser Efrînê' bi tundî rexne kir

Komîsera Bilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariya YEyê Federica Mogerînî, di rûniştina Parlamentoya Ewropayê (PE) gotarek pêşkeş kir û bi tundî operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de rexne kir.

A+A-

Mogerînî operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê wekî êrîş pênase kir û got;

"Divê her cure operasyonên leşkerî tenê bi ser rêxistinên terorî yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin de, werin kirin neku bi ser yên din de bên kirin û aştiyê têk bidin."

Mogherini YPGê nexist kategoriya rêxistinên terorîst

Mogerînî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nexist kategoriya rêxistinên terorê, fikarên derbarê operasyona Tirkiyê de anî ziman û got:

"Vekirina eniyên nû yên şer ne çareserî ye û ditirsim ku dê operasyon Tirkiyê neke cihekî biewletir."

Komîsera YEyê herwiha bal kişand ser ku dê zêdebûna tundkariyê li Sûriyê şansê çareseriya siyasî ji dest bide û li ser binpêkirinên mafên mirovan û geşedanên dijî demokrasiyê rexne li Tirkiyê girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin