Moderna: Me derziya Covid-19 a ji sedî 94,5 bi bandor bipêş xist

Moderna: Me derziya Covid-19 a ji sedî 94,5 bi bandor bipêş xist

.

A+A-

Piştî serkeftina ji sedî 90 a derziya koronayê ya kompaniya Pfizerê, kompaniya Moderna ya Amerîkî jî ragihand ku derziya ku wan ji bo Covid-19 bipêş xistiye ji sedî 94,5 serkeftin bi dest xistiye.

Li gorî New York Timesê CEOyê Moderna Stephane Bancel ragihand ku encamên ceribandinên derziyê  ku li ser nexweşên giran ên Covid-19 jî hatiye ceribandin yekemîn serkeftina klînîk selimandiye.

Bancel herwiha gotiye, heta niha tenê ji her 95 kesan li ser 5 kesan bandora nexweşiyê çêbûye, lê derziya wan ji sedî 94,5 jî serkeftî bûye.

CEOyê Modernayê ragihandiye ku ew ê di hefteyên pêş de ji rêveberiya Amerîkayê destûra ‘bikaranîna lezgîn’ a derziya Covid-19 bixwazin.

Li gorî Modernayê tê pêşbînîkirin ku derzîya wan di mehên bihara îsal de bi girseyî were belavkirin.

Bancel eşkere kir ku derziya wan li ser 30 hezar kesan hatiye ceribandin û heta sala 2021ê, wê ji 500 milyon heta milyarek derziyên ji bo bikaranînê amade bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin