Mîzahşorekî Salên 1990î: Mahmûd Lewendî

Mîzahşorekî Salên 1990î: Mahmûd Lewendî

.

A+A-

 


li dawet û dîlanê
vexwe çaya Seylanê! 

 


tasek av û Aspirin
namîne êş û birîn!

cixara me soro-moro
em dikşînin Marlboro!

kî hat?
Mendo hat.
bi çi hat?
bi Fiat

Ew reklamên tehmteze yên ku meriv îro ro jî kane bê tirs û qêxe bişixulîne di sala 1991an de bi qelema mîzahşor Mahmûd Lewendî di Kovara Armancê de derketine. Mîzahşor Mahmûd Lewendî di wê nivîsa xwe de dide zanîn ku ewê bi hevalekî xwe re şîrketeke reklaman çêke û navê wê şîrketê jî bike ''Tendûr'' Li ser sebeba bijartina navê ‘’Tendûr’’ê, Mahmûd Lewendî bi tehn û tinaz dibêje ‘’Her tiştê ku em nuh ava dikin, divê ku li ser bingeha urf û adetên me be. Di nav miletê me de jî cara pêşî reklama belaş li ber tendûrê hatiye kirin. Mesela, li gundan wexta ku jin diçin ber tendûrê, hem nanê xwe dipêjin, hem jî behsa gundîyên xwe dikin. Reklama kurê filankes dikin, pesnê keça filankes didin.’’ 

 

Mahmûd Lewendî bi nivîsên bi vî rengî ji salên 1980î heta serê salên 2000î quncikên qerfê yên kovar û rojnameyan dagirtine. Bo em meseleya destpêka mîzaha wî û dûrketina wî ji wê mizahê ho bibin, berî ew ji Dîyarbekir ber bi Stockholmê bi rê keve xwe di ser xatiran re gêhandê û di wexteke pir teng de çend pirsên meraq dane ser meraqan jê pirsîn. 

Li ser destpêka kar û kovarên mîzahî, Mahmûd Lewendî dibêje wî di sala 1985an de bi kovara Mîrkutê dest bi vî îşî kiriye. Mîrkut ya ku adresa wê Stockholm bûye lê li Parîsê hatiye çapkirin. Çi mîzaheke malmîrat. Mîzah ku hêza xwe ji Dîyarbekir girtiye, li Parîsê çap bûye û li Stockholmê hatiye belavkirin.

Mîzahşorê dewra xwe Mahmûd Lewendî dibêje derdora wî wan salan li ser tradîsyoneke çep û sosyalîst bûye ku wî henekên xwe bi sloganên sîyasî jî kiriye û bi beyaneke burjuvazîyê gotiye ‘’bimre nan û pîvaz, bijî goşt û birinc.’’ Mahmûd Lewendî dide zanîn ku wî ji Mahmud Baksi heta Mehmed Uzun, heta Şivan Perwer bêyî ku wan rencîde bike ser gelek navdaran hevokên mîzahî li hev anîne û şorê tîne ber meseleya meşhûr ya ser Kurdbûna Elvis Presley.

Di salên 1980î de Mahmûd Lewendî di nivîseke xwe de, li vir hîn jî îcab dike ku em bibêjin nivîseke mîzahî ye, dibêje Elvis Presley bi eslê xwe ji hêla Mêrdînê ye û îdia dike ku navê wî di rastîyê de Kêrto ye û ew Elvis jî ji straneke wî ya ser dergîstîya wî çêbûye. Li gor lêkolîna mîzahî ya Mahmûd Lewendî, Kêrto piştî şikestina serhildana Şêx Şeîd bi sirgûnîya bavê xwe re çûye Amerîka û wî li wir bo yara xwe ya li Mêrdînê stranek çêkiriye ku têde dibêje ‘’ez li vî serî, tu l’ wî serî, wer wer wer dîlbera min, wer vî serî.’’ ‘’Ezliwîserî’’ ya stranê bûye ‘’Elwîserî’’, ew jî bûye ‘’Elwîs’’ û di dawîyê de jî ‘’Elvis’’ çêbûye. 

 

Li gor gotina Mahmûd Lewendî, wan çaxan ew mesele di kovar û rojnameyên Îraq û Tirkîyê de derketiye, bes ne bi mîzahê, lê bi meqsedên din: Mahmûd Lewendî dibêje Rojnameya Hürriyetê ya Tirkîyê ser wê nivîsê nûçeyeke bi navê ‘Derewên Kurdan’ hazir kiriye, pê re jî temamê jîyana rastîn ya Elvis Presley weşandiye ku wan bi xwe jî wê çaxê ewqas detay ser jîyana wî nizanibûye. Li ser pirsa ‘’Te çi hîs kir gava te ew nûçeya Hürriyetê dît?’’, Mahmûd Lewendî cewabeke wer manîdar dide ku meseleya Kurdan û Tirkan bi trajedîyekê tarîf dike: Mahmûd Lewedî dibêje ‘’Gava min ew û nûçeya Hürriyetê dît min got ‘Vana ji mîzaha me jî fehm nakin.’’ 

 

Ew nivîsên mîzahî yên Mahmûd Lewendî yên salên 1980î û salên 1990î di kitaba bi navê ‘’Compûtera Ber Dilê Min’’ de hatine komkirin. Tevî ku bi dehan sal di ser nivîsan re derbaz bûne, jiber mijar û meseleyên me yên bi qasî serê derzîyê jî pêşketin nedîne, meriv dibêje qey ew nivîs duh ne pêr hatine nivîsîn. Brûsk Aryan, ku di Gulana 2020an de ji podcasta ‘’Li Ser Pêyan Çend Kelam’’ derheqa mîzaha Mahmûd Lewendî axifîye, dibêje aktuelbûna wan nivîsan bo mîzahê serketin be jî bo civakê binketin e. Gava me ji Mahmûd Lewendî sebeba dûrketina wî ya ji mîzahê pirsî, ne zewac û zarok, ne dem û dewran, ne xurbet û xerîbî, wî nikanibû rasterast sebebek bigota. Bes bi ya me Birûsk Aryan di podcasta xwe de tespîteke rast kiriye. Jiber ku mîzahê jî tesîr li miletê me nekiriye, Mahmûd Lewendî bo nekeve tekrarê, bo xwe dubare neke bêmehne, mîzaha xwe li şûna xwe hiştiye û berê xwe daye karên din. 

 

Îro heyfa mezin heyfa miletê me ye ku ji zû de ye di warê nivîsê de mîzahşorekî mîna Mahmûd Lewendî dernexistiye ji xwe. Mahmûd Lewendî ku di nivîseke xwe ya sala 1994an de dibêje: ‘’Dunya çi xerîb e. Belkî jî ne dunya, lê însan çi xerîb in. Însan mehlûqatên herî bi aqil û herî bê însaf in. Heywan jî mehlûqatên herî bê aqil û bê guneh in. Ji bo heywanan xwarin hebe bes e, qîma xwe pê tînin. Ji bo însanan xwarin hebe, tiştekî din dixwazin. Tiştekî din hebe, îcar tiştekîtir dixwazin, tiştekîtir jî hebe îcar hemû tiştan dixwazin. Hemû tişt jî hebin, îcar hevûdu dikujin. Ger kesek tunebe bikujin, îcar xwe dikujin. Lê bi ya min, dîsa jî ferqa herî mezin a di navbera însan û heywanan de ew e ku însan derewan dikin, lê heywan nakin!’’

Jêder: 

Lewendî, Mahmûd: Compûtera Ber Dilê Min, Weşanxaneya Nefel, 2002 

Aryan, Birûsk: Li Ser Pêyan Çend Kelam, Spotify, 2020

Çavkanî: perxudres.blogspot.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin