Mustafa Özçelik

Mustafa Özçelik

Hemû nivîsên nivîskar >

Mîtînga Yenîkapî vegera siyaseta dewleta Tirk a destpêka cumhurîyetê ye

A+A-

Di roja 15ê temuza 2016an de li Tirkîyê hewleke darbeya eskerî  lidar ket.Lê vê hewlê şikest xwar.

Jiber ku mexdûrê herî mezin yê hemû darbeyên eskerî  Kurd bûn; bêyî teredut me gişa ji darbeya eskerî  re got ‘’na’’.

Dîyare ku amadekarîyên hewla darbeyê jî û plana şikandina darbeyê jî  bi mehan  ajotîye. ‘’Diz û xwedîyê malê’’  bi hevdu hesîyabûn û di nîhayetê de ‘’xwedîyê malê’’, bi planeke berfireh, ev darbeya şikand. Her çiqwas çi di dema hewla darbeyê de, çi jî di pêvajoya piştî  wê de bi dehan  pirsên balkêş yên bê bersîv hebin jî, di encamê de rastî ev e.

Piştî hewla darbeya eskerî şikest xwar, Rewşa Awarte  hate îlan kirin. Rewşên Awarte jî di hişmendîya gelê me de her cîhekî xwe yê xerab û negatîf heye. Jiber wê jî em dibêjin Rewşa Awarte jî ne çare ye.

Gava hewla darbeya eskerî  şikest xwar, şansa pêvajoyeke nû jî derket holê; şansa rêlêvekirina demokrasîyê, ya azadîyê, ya qebûl kirina rastîya Kurd û Kurdistanê. Herkesekî/a  aqilane bifikire, dê ji bo rûpelekî nû vebe , ev rewşa nû wekî şansekê bidîta.

Lê ew dimên û ruhîyeta ku li mîtînga Yenîkapîya Stenbolê  derket holê, derzek li van hêvîyên erênî  xist.

Di mîtînga ku roja 07.08.2016an li Yenîkapîya  Stenbolê lidarket de , bi hemû partîyên xwe, bi esker û polîsên xwe, bi îstîxbarat, çapemenî, hunermend, rewşenbîr, karker, karsaz, karmend, gundî yên xwe; bi keç û xort û pîrên xwe; bi temama miletê xwe ve civata Tirk bûn yek . Lê mixabin vê yekgirtinê  ji her demê zêdetir bi rihiyeteke şowenî, bi  awayekî  hîn tehdîtkar  aqilîyeta ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê anî rojevê.

Mîtînga 7ê Tebaxa 2016an bi mebesta helwest girtina li dijî darbeyê bi navê ‘’Mîtînga Demokrasîyê û Şehîdan’’ hatibû lidar xistin. Lê mesaja  ku ji alîyê serokkomar û partîyan  ve di  mîtîngê de hatîye dayin, nîşana pêleke nuhe ku bi şowenîyê ve hatîye hûnandin. Ango  mîtîng bi gotin û helwest û kiryarên xwe ve bû mîtînga tehdît kirin û çav tirsandina miletê Kurd. Herweha ev mitînga li dijî Ewrûpa û Emerîkayê jî helwest û mesajeke şowenî bû.

Mîtînga Yenîkapîya Stenbolê vegera li siyaseta Dewleta Tirk ya destpêkê , ya salên damezrandina Komara Tirkîyê ye ku Kurd tune hasibandî bûn.

Ji ber vê yekê, divê  hemû Kurd û Kurdistanî bi aqiliyeteke Kurdewarî û Kurdistanî vê helwesta  partî û rêveberên Dewleta Tirk bibînin û li gorî wê  ji bo berjewendîyên gelê me ji vê mîtîngê dersan  derbixînin.

Divê em   li dijî hemû plan û provakasyonan hişyar bin.

Divê em bizanibin ku şikestina hewla darbeya eskerî  jibo me Kurdan baş e. Lê weha dîyar e ku serokkomar û hikûmet li şûna ku rêya azadîyê, demokrasîyê  û rêya çareserîya daxwazên miletê Kurd veke, zêdetir rêya şowenî û tûnd û tûjîyê xurtir dikin. Weha dîyare ku  Dewleta Tirk dixwaze vê şikestina hewla darbeya eskerî, ji xwe re bike firsendekê ku li himberî Kurdan  hemleyeke şowenî  ya nû destpê bike.

Di rewşeke weha de divê em bizanibin , îro tiştê ku  vê helwesta Dewleta Tirk  ya şowenî  xurtir bike, şerê ku nuha berdewam dibe ye. Jiber vê yekê jî, divê ev şerê ku êdî zerarê dide gelê  me  zûtirîn wext ji alîyê PKKê ve bê rawestandin da ku ji şowenîya Dewleta Tirk re jî rê xweştir nebe.

Divê em wek alîyê Kurdan , bi rêya dîyalog û siyasetê, bi sekin û  gotar û xebatên gelê xwe yên sivîl û demokratîk li himber vê hemleya nû ya Dewleta  Tirk rawestin.

Jiber vê yekê jî   divê bi sebir û metanetê û  bi aqiliyeteke nuh, em formateke nuh bidine xwe.

Ev aqilîyeta nuh divê ew aqilîyet be ku , hem li ser bingehê Kurdistanîbuyînê be, hem jî  bi awayekî  maqûl rastîya xwe bibîne û rêya dîyalog û peywendîyên  navxweyî  xurtir bike. Siyaseta ku yek xwe li ser yekî ferz bike, bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Li bakurê Kurdistanê  potansîyela azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî ku bername û sîyaseta wan wek hev in,  bela vela ye. Mixabin ev potansîyela wek temaşevan li pêvajoyê temaşe dike. Nikare rola xwe bilîhîze.Ev rastîya, ji bo guherandina vê rewşê destê me lawaz dike. Van rûdanên vê dawîyê careke din pêwîstîya partîyeke hîn xurtir derdixe pêş. Helbete ku yên bername û nêrînên wan yên sîyasî cuda ne, divê hevkarî û tifaqan pêşde bibin. Lê em wekî  PAK,  bangî hemû partî, grûb, dor û ber û kesên ku wekî  me, nêzî me difikirin dikin ku, di nav partîyekê de em hêza xwe bikin yek. Ev yeka îro êdî wekî wazîfeyeke dîrokî jî li ser milên me ye.Helbete xurtbûn ne bes bi yekbûnê ye; li gel vê,  afirandina sîyaseteke rast, birêxistinkirina civatê û xebata di nav gel de divê karê me yê esasî be.

Herweha pêwîstîya Kurdan bi bernameyeke du alî heye. Alîyekê bernameyê  ji  pêwîstî û daxwazên gelê me yên acîl ku di vê demê de em dikarin bi destbixin pêk tê. Alîyek jî  ji qebûl  kirina hebûna   miletê Kurd û Kurdistanê û parastina mafê bistatubûyina welatê me pêk tê.Divê em hemahengîyekê di navbera van herdu alîyan  de bihûnin.

Divê bi vê perspektîfê  em bi yekdengî  bangî  Dewleta Tirk bikin ku, em hemû partîyên Kurdan mixatabê çareserîya rastîya Kurd û Kurdistanê ne. Bila pêvajoya çareserîyê destpê bibe; ne ya mijûl kirinê.

Divê em bi Dewleta Tirk û bi dinyê bidin fêhm kirin ku, heta îro bi dehan jenosîd û qetlîam û kuştin û wêran kirinan nekarîbûye  miletê Kurd û doza azadîya Kurdistanê ji holê rabike. Îro jî  tu tehdît dê nikaribe gelê me ji rêya azadîyê vegerîne.

Em bangî  Serokkomar, Serokwezîr  û hemû  beşên civatê dikin ku dest ji vê siyaseta şowenî û dest ji van tehdîtan berdin. Divê Dewleta Tirk fêhm bike ku ji dîyalogê û ji çareserîya sîyasî wêdetir tu rê tune ye.Werin em rûpeleke nuh ya aşitîyê û çareserîyê vekin; ne ku tûnd û tûjî  û şer û pevçûnên nuh geş bikin.

10.08.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin