MITa Tirk 500 çeteyên xwe yên li Efrînê dişîne Ukrayna

MITa Tirk 500 çeteyên xwe yên li Efrînê dişîne Ukrayna

.

A+A-

MITa Tirk, çeteyên xwe yên li Sûrî ji bo di şerê li Ukrayna li dijî hêzên Rûsya şer bikin, derbasî Tirkiyê kirin.


Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûrî diyar kir, ji bo tevlîkirina şerê Ukrayna, MITa Tirk 500 çeteyên xwe derbasî Tirkiyê kirin.

Hat eşkerekirin, koma yekem a ji 500 çeteyên Turkmen yên ji koma Furqeya Sultan Murad û Sultan Silêman Şah pêk tên, peymaneke 6 mehan îmze kirin û dê mehane 3 hezar û 500 dolar bistînin.

Çete dê li tenişta Hikumeta Ukrayna, li dijî komên girêdayî Rûsyayê şer bikin.

Herwiha rêxistinê destnîşan kir, çete li navenda Efrînê û navçeya Şiyê tên komkirin û perwerdekirin û di rojên pêş de, dê komên din jî werin şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya çend rojan jî navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihandibû, MITa Tirk buroyek ji bo tomarkirina navê çeteyên ku wê biçin Yemenê vekiriye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin