Mistefa Şefîq: Tirkiyê “klopa kesk” ji bo operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê wernegirtiye

Mistefa Şefîq: Tirkiyê “klopa kesk” ji bo operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê wernegirtiye

.

A+A-

Çavdêrê siyasî Mistefa Şefîq derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Tirkiye ji ber pirsgirêkên xwe yên navxwe, gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Çavdêrê siyasî Mistefa Şefîq ji K24ê re ragihand, Tirkiye ji zû ve gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê klopa kesk ji Rûsya û Amerîka ve wernegirt, encamnedana vê operasyonê, bandoreke xirap li ser siyaseta navxwe ya Tirkiyê de dirust kir, ji ber wê û piştî teqîna Stenbolê, Tirkiye careke din gefa pêkanîna operasyonê dixwe.

Her wiha diyar kir, berî derketina encamên lêkolînên derbarê teqîna Stenbolê de, hin Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û aliyên Tirkiyê yên nijadperest, gotin ku ew kesa ku bombe daniye cihê teqînê ji Kobanê derbasî Efrînê û piştre jî derbasî nava axa Tirkiyê bûye û xwastin ku zemînek ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî amade bikin, tevî ku aliyên Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku ti pêwendiya wan bi teqînê re nîne.

Amaje bi wê yekê jî da: “Hêzên navdewletî yên di karûbarên Sûriyê de xwedî rol in, wek Amerîka, Rûsya û Îranê û heta rêjîma Sûriyê jî, razîbûn ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve nedane. Ez texmîn dikim, eger tevgereke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve bêne kirin, dê gelekî sînordar bin.”

Mistefa Şefîq got jî: “Desthilata Tirkiye û opozîsyona wê di gelek pirsan li dij hevdu ne, lê tenê di pirsa rûbirûbûna terorê de, ew yekhelwest in, ji ber vê yekê divê ev bihane nekeve destê Tirkiyê û divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekrêz bin û divê sûdê ji ezmûna Başûrê Kurdistanê werbigirin.”

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin