Mistefa Hicrî: Îran demografîya Rojhilatê Kurdistanê diguhere

Mistefa Hicrî: Îran demografîya Rojhilatê Kurdistanê diguhere

Berpirsê Giştî yê PDKÎyê dibêje rejîma Îranê demografîya Rojhilatê Kurdistanê diguhere û herwiha got ku dahata ji petrolê tê bidestxistin ji bo projeyên emnî û serbazî bikar tîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Parlamentoya Yekîtîya Ewropa (YE) li Brukselê, konfiransek derbarê rewşa mafê mirov û netewên li nava Îranê de hat encamdan.

Berpirsê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî jî di wê konferansê de derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Mistefa Hicrî ragihand ku rejîma Îranê bi demografîya Rojhilatê Kurdistanê diguhere û dîyar kir ku çavkanîyên siruştî yên Kurdistanê vediguhêze bo navçeyên din ên Îranê.

Berpirsê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, amaje bi wê jî kir Komara Îslamî dahata ji firotina petrolê ji bo projeyên emnî û serbazî bikar tîne.

Mistefa Hicrî herwiha got, “Sepandina sîstema îdeolojî ya perwerdehî û ragihandinê, ji bo ku ev bîroke were bicihkirin ku Îran tenê yek netewe ye û netewên din jî weke etnîk tên binavkirin, an jî weke çandên cuda.”

Derbarê sîstem û polîtîkayên rejîma Îranê de jî Berpirsê Giştî yê PDKÎyê got, “Helandina ziman, çand, dîrok û nerîtan bi giştî hewldanek e ji bo ku astengan çê bikin û netewên din bihelînin, weke di perwerde û pirtûkan de tê dîtin. Herwiha di şano û sînemayan de ev yek tê dîtin.”

Di dewama gotinên xwe Hicrî dîyar kir, “Xaleke cihê balkêşîyê ye, ew jî bicihkirina sîyaseta înkarkirinê û sûdwergirtin ji nav yasayên Îranê, girîngtirîn pîvan jî derbarê wê yekê de, çêkirina astengan li pêşîya netewan derbarê geşeya aborî, civakî û mijarên din ên peywendîdar.”

Di wê konferansê de, çend kesek ji neteweyên cuda yên nava Îranê de hatin vexwandin û gotarên xwe pêşkêş kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin