Mistefa Hicrî: Îradeya me ya serkevtinê ji her demê bihêztir e

Mistefa Hicrî: Îradeya me ya serkevtinê ji her demê bihêztir e

.

A+A-

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihandiye ku cinayetên Komara Îslamî îradeya me ya serkevtinê bihêztir kiriye.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di Twîtekê de derheq mûşekbarana Spaha Pasdaran a terorîst li ser bargehên Hizba Demokrat nivîsiye: Gelek ji mêj ve ye hikûmetên li Tehranê bi awayekî gelek hovane û nemirovane li dijî me pîlanan dilîzin, me qir dikin, rêberên me teror dikin, xortên me yên şoreşvan şehîd dikin, welatê me wêran dikin û talan dikin, tenê ji ber ku em Kurd in. Lê em ê Kurd ji dijmin natirsin û li hember dujminan disekînin.

Herwiha navbirî daye zanîn: “Ev pilan û pîlanên dijmin ne tenê gavên me yên têkoşîn û pêvajoya şoreşê lawaz nekiriye, belkî ew cinayetane agirê têkoşîn û fedakariya me zêdetir kiriye û îradeya me ya serkevtinê xurtir bûye.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di dawiya peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku niha deng û hawara perawêzxistiyan, netewên bindest û hemû azadîxwazên Îranê li cîhanê deng vedaye û peyama mirin û nemanê gihandine guhê Komara Îslamî ya Îranê ku em ê bêguman bi ser bikevin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin