Mistefa Hicrî: Divê Xelkê Kurdistanê hişyar be !

Mistefa Hicrî: Divê Xelkê Kurdistanê hişyar be !

.

A+A-

SerokêGişyî ya PDKÎ Mistefa Hicrî: Xelkê Kurdistanê tevî berdewamkirina serhildana xwe, divê bi hişyarî ve li hember pîlanên rejîmê tevbigerin
20 Çirriya paşîn 2022
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî, di peyamekê de sersaxî da xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, û daxwazê dike ku serhildana xwe berdewam bikin û hişyarê pîlanên rejîmê bibin û xwe li dana nirxên giranbuha biparêzin.
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkê azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê
Mixabin di çend rojên derbasbûyî de hejmareke berçav ji xortên me yên têkoşer di tekoşîna bajar de şehîd û birîndar bûne. Serhildana nasnamexwazaneya gelê Kurd nîşan daye ku, neteweya Kurd li ser îrade û daxwaza xwe ji bo ji holê rakirina şêweyên cur bi cur yên sitem, çewsandin û cudakariyan rijd û tekeziyê dike. Lê di heman demê de divê nirxên vê serhildanê neyên kêmkirin.
Bê guman şehîdbûna ciwanên Kurdistanê tê wateya jidestdana sermayeke binirx ya Kurdistanê. Eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze rasterast arasteya xwenîşandanan bixapîne. Lewma divê xelkê Kurdistanê bi hişyarî ve li hember pîlanên rejîmê û dijberên gelê Kurd reftar bikin.
Belê, herçend tevahiya neteweya Kurd û azadîxwazên Îranê bi şehîdbûna xwe ya ji bo maf û azadiyên gel serbilind in jî, lê di vê qonaxê de parastina canê xelkê Kurdistanê û têkoşerên me yên fedakar divê, girîng be. Bi taybetî ez daxwazê li ciwanên me yên leheng dikim ku bi şêweyekî vê serhildanê berdewam bikin ku kêmtirîn nirxa canî hebe.
Di dawiyê de ez bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêjime malbatên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê û hêvîdar im ku birîna hemû birîndaran baş bibe. Daxwaza dîrokî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hemû şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê, bidestxistina serwerî û rizgarî ​​û bidestveanîna mafê neteweyiya Kurd di vê pêxemê de ye, her lewma jî têkoşîna me ya rewa dê berdewam be.
Rojhilatê Kurdistanê di serkevtina xebata xwe de alxahîn e.
Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mistefa Hicrî
29ê Xezelwera 1401an a Rojî
20ê Çiriya Paşîn a 2022an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin