Mistefa Gazî kesayetîyekî pir alî bû

Mistefa Gazî kesayetîyekî pir alî bû

Faris Medeni Marsil

A+A-

Mistafa, di sala 1956ê de li gundê Şêxuliya Jêrin  a Swêregê/Qercedaxê hatibû dinê, lê di zaroktîya xwe de li Diyarbekirê bi cî bibû. Gedeyê Merga Ehmedê bû. Di xortanîya xwe de di nav safên DDKDê de cî girt lê meyla wî zêdetir li ser huner, kultur, zimên û wêjeyê bû. Yekî pir alî bû. Berevkar û lêkolerê folklora kurdî û li ser devokên kurdî û bi taybet jî devoka xwe ya Qerecedaxê dixebitî.

Dîyarbekir warê wî bû û terka Diyarbekirê nekir; hemû hevalên wî piştî derbeya 12ê Îlonê ji mecbûrîyetê terka welêt kirin, lê ew xwe li welat kir Gazî. Êdî ne bi navê Mistafa Pakdemir bi navê Mistefa Gazî dihat naskirin; û di nav cemaetê de wek Seyda dihat binavkirin.

Hemû jîyana wî bi belengazîyê derbas bû; di şertên herî zor û zahmet de ew li rêya xwe dewam kir; bi muzîk û hunerê mijûl bû. Beste çêkir, sitîrî. Starna wî ya ”Xerîb im” deng veda. Di Koma DDKDê de, Koma Pêşengê de, di Koma Med-Komê de di Mala Dengbêjan a Diyarbekirê de di Koma Çarpelê de û hinek Komên din de xebata ziman, çand û hunerê kir. Qursa zimanê kurdî û muzîk da. Di kovarên Kurdî de li ser ziman, huner û çanda kurdî nivîs û meqale nivîsand.

Bi devoka tirkî ya Diyarbekirîyan kitêbên; ”Diyarbekir Kabadayilari Delileri ve Pişo Mihemed”, “Ferheng”, “Gurzek Ji Zargotina Zarokan”, “Nifir Duayên Kurdî”, ”Pırpırım Memleketten Ölesine Yansımalar Errıksel ü Çırrıksal Yazilar”, “Diyarbakır Türkçesi” û “Baweriyen Batil En Kurdan” nivîsand.

Demek di mala Dengbêjan a Dîyarbekirê de wek karmendê Şaredarîyê kar kir lê ji kar hat dûrxistin. Piştî qeyûm ji bo Şaredarîyê hat tayinkirin, qeyûm daxwaza lê kir ku dîsa Mala Dengbêjan de karê xwe bidomîne lê wî daxwaza qeyûm red kir.

Felsefeya wî ya jîyanê cûda bû. Ji bo şîna şehîdên azadîxwazên Kurdistanê di dilê xwe de bigre cilê reş li xwe dikir, wek jîyanê protesto bike bi serê xwe dijîya; ezab ma û nezewicî. Weletperwerekî ne tenê bi gotin bi wesif bû. Kedkarê doza azadî û serxwebûnê bû.

Însanekî taybet bû, nexweş diket bêyî ku haya kesî jê hebe. Di Nîsanê de krîzeke dil ya bidizî derbaskir, rakirin nexweşxaneyê, cegerên wî jî av girtibû. Di 28ê Mijdarê de çavên xwe ebedîyen li jiyanê girt û di nav axa welat û bajarê xwe de çû hizûrê.

mustafa-gazi-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin