Mîrê Kuwêtê koça dawiyê kir

Mîrê Kuwêtê koça dawiyê kir

Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah jiyana xwe ji dest da.

A+A-

 

Televîzyona dewletê ya Kuwêtê ragihand ku Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah di temenê xwe yê 91 salî de koça dawî kir.

Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah di sala 1929an de jidayîk bûye û pêncemîn mîrê piştî serxwebûna Kuwêtê bûye.

Ewilî Wezîrê Ragihandinê û piştre Wezîrê Derve bûye. Heta 40 salan peywirên Wezareta Elektrîkê û Wezareta Derve bi rê ve biriye.

Di şerê Sedam Husên ê li dijî Kuwêt de, Mîr Sebah Wezîrê Karûbarên Derve bû û wê demê karîbû cîhanê qayîl bike ku li dijî Iraqê piştevaniya Kuwêtê bikin.

Di sala 2006an de bû Mîrê Dewleta Kuwêtê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin